Îbrahîm Kaban: Ocalan ji hemû pirsgirêkan çareserî pêşkêş kir

Lêkolînerê siyasî û mudirê Navenda Jeostratejîk a Lêkolînan Îbrahîm Kaban got, parêznameyên rêber Abdullah Ocalan bi taybet teoriya neteweya demokratîkê, têrê dike ku pêvajoya klasîk li ser asta neteweyî derbas bike. Kaban ev teorî, bi projeyeke giştî bi nav kir ku dikare dawî li aloziyên li Rojhilata Navîn bîne.

Îbrahîm Kaban: Ocalan ji hemû pirsgirêkan çareserî pêşkêş kir
8 tebax, 2022   06:01
HELEB-MIHEMED EBDO

Têkildarî fikrên rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Kaban ji ajansa me re axivî.

Kaban di destpêkê de got: “Dema em li hember kesayetek wiha bêhempa disekinin, em qîmeta fikr û felesfeya mirovî ku li ser asta siyasî û civakî pêşkêş kiriye fam dikin, her wiha em têgihiştina stratejiya guhertinên ku li Rojhilata Navîn bi giştî û herêmên me bi taybet rû didin û teoriya têgihiştina mentiqê di analîzkirina rewşê de fêm bikin.”

'ÇARESERIYÊN RÊBER OCALAN MAYINDE NE, NE DEMKÎ NE'

Kaban wiha domand: “Ger em vegerin 7 serdemên berê yên sazûmaniya civakî ya welatê me, em ê bibînin ku bi dehan kêşeyên girtî, pirsgirêk û nakokî hene ku berhama xwezayî ya pevçûnên di navbera civakên me de ne. Em ê li cem ronakbîr Abdullah Ocalan çareseriyan bibînin."

Kaban diyar kir ku çareseriya hemû pirsgirêkên civakan di parêznameyên rêber Abdullah Ocalan de nixumandî ne bi taybet her 5 parêzname û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em ê bibînin ku çareserî mayînde ne ne demkî ne. Ne ji bo erdnîgareyekê ne lê belê urfên civakî yên klasîk û nirxandinên stratejîk ên siyasî derbas dikin.”

Kaban wiha berdewam kir: “Min piraniya parêznameyên birêz Ocalan lêkolîn kir ku xaleke biguman an jî cudabûnekê bibînim lê min nedît. Her tim digihiştin çareseriyên mentiqî ku dawî li hemû pirgirkên girêk tîne.”

LI HERÊMÊ PIRSGIRÊKÊN JINAN HEBÛN

Kaban balkişand ser pirsgirêkên li herêmê bi taybet ên têkildarî azadiya jinan û hevgirtina gelan û diyar kir ku ev doz, encamên siyasetên pergalên zordest in ku li ser nakokiyan û dîktatoriyê xwe xwe li ser lingan digirin.

Kaban di vî warî de got: “Gelek pirsgirêk li herêmê hene ku pêwîstiya wan bi çareseriyan heye. Divê ev çareserî li ser rastiyan û teşxîseke rast be ku ji aliyê ronakbîr Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin.”

Kaban gelek pirsgirêkên li herêmê bi bîr xistin ku rêber Abdullah Ocalan behsê kirine û çareserî jê re danîne mîna nakokiya di navbera sosyalîzm û kapîtalîzmê de, bermahiyên kapîtalîsta cîhanî û got: 'Birêz Ocalan gelek çareserî ji bo vekirina van girêkan û bermahiyên pergalên zordest ku cudabûn di navbera gelan de afirandin, pêşkêş kirin.''

'TEORIYA KU GELAN DIKE YEK TEORIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E'

Îbrahîm Kaban destnîşan kir ku teoriya ku van gelan dike yek, teoriya neteweya demokratîk e ku xîtaba zihniyeta van gelan dike da ku enerjiya wan bike û got, ev teore ne tenê ji bo xilaskirina mirov, di heman demê de ji bo bo xilaskirina pêşeroja welatan tê bikaranîn.

Kaban wiha anî ziman: “Li ser bingeha nêzîkirina gelan ji hev, têgihiştin û biratî ku sloganên neteweya demokratîk in, me pêvajoya zihniyeta klasîk li ser asta neteweyî derbas kir.” 

Di dawiyê de Îbrahîm Kaban got: “Projeya neteweya demokratîk, dikare belav bibe. Li gorî hemû gelan e. Dema îslamê wek ol, fikrê karê hevbeş û biratî di nav civakê de pêşkêş kir, li herêmê belav bû. Marksîzm jî, dema em lê vedigerin, em dibînin ku rewşa netewebûnê bûye sedema belavbûna wê ya mezin. Neteweya demokratîk bi destê ronakbîr Abdullah Ocalan hatiye çêkirin ku hemû pêdiviyên gelan di projeyekê de kom kirin ku dikare bi ser keve ji ber xwedî hîmên serkeftinê ye.”

(şx)

ANHA