Welatiyên Qamişlo: Bi top û balafiran em ji welatê xwe dernakevin

Welatiyên Qamişlo der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a herî dawî ya bi balafirên bê mirov de, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dide xuyakirin ku ew dijminekî hov e, biratiya gelan, wekhevî û edaletê qebûl nake û gotin: “Em tu carî ji ber topên dewleta Tirk dev ji welat xwe bernadin.”

Welatiyên Qamişlo: Bi top û balafiran em ji welatê xwe dernakevin
8 tebax, 2022   04:38
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di 6`ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafira bêmirov a biçek, taxa Sînaa ya rojhilatê bajarê Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de 4 welatî ku 2 ji wan zarok bûn, şehîd bûn. Mîna vê bombebaranê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, her carê jî hejmareke ji welatiyan ji ber van êrişan şehîd dibin.

Têkildarî van êrişan welatiyên Qamişlo nêrîna xwe bi ajansa me re parve kirin. Cemîl Yûsif diyar kir ku ew êrişên bi balafirên bêmirov ên li dijî herêmê û gel ne ji rêzê dibînin û wiha got: “Dewleta Tirk dijminekî hov e, biratiya gelan, wekhevî û edaletê qebûl nake. Heta bi navê îslamê bang dike, tu girêdana wê bi ola îslamê re tune ye.”

Cemîl Yûsif bal kişand ser komkujiya Zaxo û girêdana wê bi şehîdxistina welatiyên li Qamişloyê û got: “Ev êriş hemû bi hevûdu girêdayî ne, li vir jî hovîtiya dewleta Tirk derdikeve. Cîhan hemû bi sûcên wê dizanin.”

`DIXWAZE ME TUNE BIKE, JI BILÎ TUNEKIRINÊ JÎ TIŞTEKÎ QEBÛL NAKE`

Li ser hedefgirtina hevgirtina pêkhateyên li herêmê Cemîl Yûsif daxuyand ku ew wek gelê herêmê van êrişan qebûl nakin û wiha dom kir: “Em ê li hemberî rewşa heyî hevgirtina xwe xurttir bikin, dewleta Tirk tixûbê bêexlaqiyetê derbas kiriye. Bi me re wekheviyê qebûl nake, dixwaze me tune bike ji bilî tunekirina me jî tiştekî qebûl nake.”

Cemîl Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk a qirker li dijî şengaliyan jî eynî sûcan dike û got: “Bi wan re jî danûstend qebûl nekir, xwesteka wê tunebûna wan e jî. Tu carî jî banga aştiyê nekiriye, em destê aştiyê didin wan ew jî destê şer didin me.”

Di axaftina xwe de Yûsif bal kişand ser girêdana bi welat ve û da zanîn ku yek ji armancên dewleta Tirk a dagirker koçkirina pêkhateyên resen ji herêmê ye û got: “Welatiyên ku heta niha tevî hemû êrişan li herêmê mane, tu carî dev ji welatê xwe naqerin.”

`EM BI TOP Û BALAFIRAN JI WELATÊ XWE DERNAKEVIN`

Rebîa Hesam jî diyar kir ku êrişên bi awayeke hovane ji milê hovan ve tê kirin, dewleta Tirk a dagirker jî hov e û wiha got: “Bi taybet li hember zarokan, ev zarok çi guneh kirine heta ku dewleta Tirk wan dike hedefa xwe, bi balafirên xwe yê veşartî van sûcan dike.”

Rebîa Hesam da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, bi van êrişan hemû pêkhateyan; Kurd, Ereb û Xiristiyanan dike hedef û wiha pê de çû: “Divê gelê me li hember van kiryaran bi hêzên xwe re alîkar bin.”

Idrîs Mihemed jî daxuyand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û gelan, ji bo pêkanîna planên din e; yek ji wan planan jî derxistina welatiyên resen û bicihkirina şêniyên cuda li şûna wan e.

Idrîs Mihemed got: “Bila Erdogan bizanibe em bi top û bombebarênên wî yên bi balafirên bêmirov ên biçek ji welatê xwe dernekevin.”

Di axaftina xwe de Mihemed da zanîn ku ew ji welatên xwe hez dikin û pê ve girêdayî ne.

ANHA