Bi dirûşma “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e” li Tebqayê çalakiyek hat lidarxistin

Bi dirûşma “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e”, Navenda Çandê ya Tebqayê bi koordîneya Tevgera Mezopotamya û Hunera Demokratîk, çalakiya “Rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan” li dar xist.

Bi dirûşma “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e” li Tebqayê çalakiyek hat lidarxistin
Bi dirûşma “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e” li Tebqayê çalakiyek hat lidarxistin
Bi dirûşma “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e” li Tebqayê çalakiyek hat lidarxistin
Bi dirûşma “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e” li Tebqayê çalakiyek hat lidarxistin
Bi dirûşma “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e” li Tebqayê çalakiyek hat lidarxistin
Bi dirûşma “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e” li Tebqayê çalakiyek hat lidarxistin
Bi dirûşma “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e” li Tebqayê çalakiyek hat lidarxistin
Bi dirûşma “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e” li Tebqayê çalakiyek hat lidarxistin
7 tebax, 2022   19:18
TEBQA

Di çalakiya ku li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hatiye lidarxistin de, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, nivîsgeh û komîteyên jinan, beşdar bûn.

Di destpêka çalakiyê de cîgirê Komîteya Çand û Hunerê, Musene Ebdulkerîm bi navê Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Ocalan wiha axivî: “Em spasiya Komîteya Çand û Hunerê û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Tebqayê ji bo lidarxistina vê çalakiyê, dikin.”

Di çalakiyê de pirtûkên fikr û felsefeya rêber Ocalan hatin pêşandan, di nav de Menîfestoya Şaristaniya Demokratîk, Hûn nikarin roja me tarî bikin, Sîwan û Rojhilata Navîn, Alzoî û Çareseriya Demokratîk di civakat Rojhilata Navîn de û Neteweya Demokratîk hene.

Ebdulkerîm wiha domand: “Em çalakiyên wiha ku fikr û felsefeya rêber Ocalan û têkoşîna wî didin nasîn, binirx dibînin, ji ber ku rêber Ocalan jiyana xwe ji bo azadiya gelan, demokratiyê û aştiyê borandiye.”

Ebdulkerîm îşaret pê kir ku ev sê sal in parêzerên rêber Ocalan hevdîtin pê re nekirine, her wiha salek û 5 meh in peywendiya rêber Ocalan bi derve re qut e, cara dawî tenê 4 deqe bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî.

Ebdulkerîm wiha domand: “Divê em çalakiyên wiha zêdetir li dar bixin da ku em zextê li cîhanê bikin û tecrîdê têk bibin.”

Piştre, koma Botan, Yasmîn El-Tebqa, Rûken Hemê Tebqa stranên kurdî û erebî pêşandan.

Çalakî bi gerandina govendê û silavkirina berxwedana rêber Ocalan a li Îmraliyê dide bi dawî bû.

(mh)

ANHA