Mîhraç Ural: Germkirina bûyera Reyhanlî nîşaneya armancekê ye

Mihrac Ural da zanîn ku Mehmet Gezer ê ku tê îdiakirin fermana êrişa Reyhanlîyê daye, ji ber silavdayînekê dixwazin bûyera Reyhanlî bixin stûyê wî û got: “Ez wî kesê bi navê Mehmet Gezer nas nakim. MÎT ji bo ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê rewa nîşan bide, di pêvajoyeke wiha de bûyerên bi vî renge tîne rojevê.”

Mîhraç Ural: Germkirina bûyera Reyhanlî nîşaneya armancekê ye
8 tebax, 2022   03:27
NAVENDA NÛÇEYAN- CÎHAN BÎLGÎN

Li navçeya Reyhanlî ya girêdayî bajarê Hatay di 2013’an de 2 êrişên cuda yên hewayî qewimîn. Di van êrişan de 52 kesan jiyana xwe ji dest da, 146 kes jî birîndar bûn. Mehmet Gezer ê ku bi îdîaya dayîna fermana vê bûyerê hatiye girtin, di 30`yê Hezîranê de ji Amerîkayê anîn Tirkiyê û di doza Qetlîama Reyhanlî de li 9. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê îfade da. Di îfadeya xwe da îdîa kir  ku Fermandarê Hêzên Muqaweme ya Sûrî û siyasetmedar Mîhraç Ural û kesên bi navên Yûsif Nazîk, Nasir Eskîocak, Temir Dukkanci di amadekariya êrişekê de bûne.

Di demên dawîn de MÎT`ê û rêxistinên ku di bin kontrola wê de bûyerên wek Reyhanlî dubare anîn rojevê. Di bin navê qezayan de şexsiyetên ku hatine tespîtkirin ji MÎT’ê re xebitîne, bi awayekî bi guman têne kuştin, îdiayên wek di sînorên Tirkiye-Suriyê de planlên nû dixin dewrê, anî rojevê. Demeke berê jî di çarçoveya van planan de hin belgeye hatibûn rojevê ku hin rayedarên Tirkiyê di nav çalakiyên provokatîf de ne. Gotara Hakan Fîdan a “Em ê çend topan bi mirovên xwe yên li aliyê din ê sînor bidin avêtin” hêj jî di hişan de ye.

Mîhraç Ural yê ku bi anîna van bûyeran ket rojevê, têkildarê mijarê ji ajansa me re axivî. Ural got ku dixwazin navê wî bi zorê bixin zabîtnameyan û ev rojev ji bona armancekê tên avakirin.

ŞAHIDÊ YEKEM

Ural der barê îfadeya bersûc Mehmet Gezer ê ku ji Amerîkayê anîne de, wiha got: “Mehmet Gezer ji Amerîkayê anîn Tirkiyê. Di navenda bûyerê de Reyhanlî heye. Ew yekemîn şahidê vê dozê ye. 32 şahid hatin girtin û li gorî îfadeya tevahî şahidan Mehmet Gezer yekemîn bersûc hate nîşandan. Jêpirsîneke sexte ya polîsan, piştre lêpirsîna dozger û herî dawî jî ya dadgehê. Dema ku hiqûq tê gotin li tevahî rasteqên aqil de Mehmet Gezer di bûyera Reyhanlî de bersûcê yekem e. Dê were teslîm bibe û îfadeya xwe bide. Lê belê ji bo Mehmet Gezer ê ku xwe wek endamê MÎT’ê dibîne, tu wateya îfadeyên ewqas şahidan tune ye. Dibe 'min got ku dê teqîn çêbe, tiştê ku lazim bû min got û karê ku ket ser pişta min, min kir' û rêya xwe ya şofandinê bijart. Lê belê, bijartina di vî rêyê de navê gelek kesên ku eleqeya wan bi vê mijarê re tune ye jî tev li mijarê kir. Di serî de jî Mîhraç Ural, yanî navê min heye.”

‘DIXWAZIN NAVÊ MIN BI ZORÊ BIXIN ZABÎTNAMEYAN’

Ural behsa îfadeyên ku navê wî jî tê de derbas dibe kir û bal kişand ser vê tiştî ku tê xwestin navê wî bi zorê bixin zabitnameyan.

Ural di dewama axaftina xwe de ev tişt got: “Daxuyaniya Mehmet Gezer a derd barê vê bûyerê de ku navê min jî tê de heye, bi tu awayî paqij nîn e. Hemû şahidên têkildarî dozê bi awayekî vekirî hatin nîşandan, lê tê dîtin ku navê Mîhraç Ural ji bo armancakê bi zorê dixin zabitnameyan. Yanî rewşa nav di bûyerê de cîhgirtin an çalakîkirin na, tenê di hêla ku tu nîşan bi kesên ku çalakiyan nekirine re disekinin. Kesên ev çalakî kirine tenê li ser pêwendiya hevbajartiyê hatine cem hev. Ev rewş ji bo her kesî derbas dibe. 

Ji xwe piştî ku çalakî hat kirin Mehmet Gezer ji Yûsif Nazîk re yekser got “here ji Mîhraç Ural re behsa vê çalakiyê bike, bila hêza me bibîne.” Ji xwe Mehmet Gezer, di rojên ku çalakî qewimiye de wê ne bihata girtin ne jî wê bûyereke ku navê wî bide polîs tine bû. Di ew dema bêxeternak de çi dixwest dikaribû bêje. Ev bêexlaqî û bêariya wî ye. Lê, bikaranîna navên kesên eleqeya wan bi bûyerê re tune ye, her wekî din jî ku bi awayekî eşkere van navan bîr naxîne, dikarim bi sîxurê MÎT’ê ve girê bidim. Ev kesê ji xwe bêberpirsiyar, xistina navê Mîhraç Ural di nav bûyerê de dê nikaribe bigihîje serkeftinê.”

Bersiva Mîhraç Ural a der barê pirsa me ya ku “Hûn Mehmet Gezer nas dikin” de, wiha ye: “Mehmet Gezer wek hemû girtiyên din hembajartiyê min bû. Lê min ew nas nedikir. Dema ku li Sûriyê bi karê xwe re mijûl bû ji min re silav şandibû. Ev jî silaveke normal a hembajartiyê bû.

`DIXWAZIN BÛYERÊ BIXIN BENDA SIYASÎ`

“Li ser silavekê tê xwestin vê bûyerê bixin stuyê me, fikara ku bûyera Reyhanlî bigihêje rehendekî siyasî ve girê daye” bi van gotinan Ural anî ziman ku hedefa MÎT’ê ku bi îsrar dixwaze ev e.

Ural, li ser mebesta bûyerên wek Reyhanlî ku di vê demê de tînin rojevê wiha got: “Navê min ê wek kesayeteke siyasî ya muteber ji bo têkildarî çalakiyên eskerî bes e. Ev tişt nîşan dide ku planên MÎT’ê yên der barê Sûriyê de hene. Bi taybetî anîna bûyerên bi vî rengî di vê pêvajoyê de nîşan dide ku MÎT dixwaze êrişên dagirkeriyê li ser Sûriyê bi vî awayê rewa bike.”  

Ural, got dozgerê ku di destpêka derketina îfadeyan de kesê ku wek `X` vedişart dihat zanîn ku Mehmet Gezer e. Lê ev kes ji ber ku li Qerebaxê hate girtin bû sedem ku bûyer dereng bimîne. Demê, her tişt bi awayekî baş nirxand û Mehmet Gezer derket û got `Ew sîxûr ez bûm` û bi vî awayî îfadeya xwe ya dawî jî da.”

‘EV TEV ALÎGIRÊ DEWLETÊ NE’

Ural, got ku Mehmet Gezer lîstikekî baş lîst û ji bo dema îfadedayîna wî jî ev tişt got: “Zilam bi aqil tevdigere ku evqas bûyer nehatina serî wî, hêj jî li derveyî welêt bûya, mînak li Sûriyê maba dê ewqas daxuyaniyên vekirî nehatiba rojevê. Lê zilam baş lîst û piştî ku tevahî bersûc hatin girtin û ew jî hat girtin ev daxuyniyên demên dawî êdî pêwîst bûn. Mehmet Gezer kesekî xirab ê vî gelî ye. Ev hemû kes alîgirê dewletê ne. Xûya ye ku ji aliyê dewletê ve çawa tên bikaranîn. Li hember van bêberpirsyartiyên xwe ev kes berê xwe didin civakê û şansa jîyandinê digerin. Lê belê ev şexsîyetên wiha zû an dereng dê hesabê bidin gel. Di vê ev tişt wiha bê zanîn.”

Di hevdîtinên xwe yên berê de jî Ural, ev îdia red kiribû û ev tişt gotibûn: “Min bombekirina Reyhanlî ji televîzyonê bihîst. Ez nakevim bûyerên ku mirovên bêguneh tê de bên kuştin. Li pişt vê bûyerê MÎT, mafya, DAIŞ û Îsraîl hene. 23 kesan girtin, yekî ku min nas bike tune ye. Ji ber ku Tirkiye û Sûriye li hevdû bidin ev bûyer qewimî. Yûsif Nazîk ê ku bi bûyerê re eleqedar û hat girtin ji h;la mafyaya Sûriyê ve ji Tirkiyê re hate firotan.”

MÎHRAÇ URAL KÎ YE?

Mîhraç Ural ku wek Alî Kayali jî tê naskirin, serokê berê yê Partî-Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyê (Acîlcîler) bû. Niha jî fermandarê yekîneyên Muqaweme Sûriyê (Berxwedana Sûriyê) ye ku li Sûriyê ava kiriye. Piştî ku di 12 girtîgehan de ma, hewl da ji Girtîgeha Edeneyê ya Tirkiyê bireve. 31'ê Tîrmeha 1980'yî ji girtîgehêreviya. Di 10'ê Tebaxa 1980'yî de derbasî Sûriyê bû. Li navçeya Reyhanlî ya Hatayê (Îskenderûn) di 11’ê Gulana 2013’an de di encama êrişa bombeyî de ku 52 kesan jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve biryara lêgerîna wî hat dayîn. Di Çileya 2018'an de beşdarî komcivîna navneteweyî ya pêvajoya aştiya Sûriyê ya li Soçiyê bû. Bi gotina xwe heta niha 16 caran rastî sûîqestê hatiye.

ANHA