Welatiyan piştgiriya 'Operasyona Sondê' kir: Em xayînan ji nava xwe derxin!

Welatî û hevserokên komînan diyar kir ku 'Operasyona Sondê' ji bo wan cihê xweşiyê ye û got “Em ê bi hemû hêza xwe kesên xayîn ji nava xwe derxin. Ajan hêviyê didin dijminan, lewma divê em şerê wan bikin.”

Welatiyan piştgiriya 'Operasyona Sondê' kir: Em xayînan ji nava xwe derxin!
7 tebax, 2022   23:38
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 31`ê Tîrmehê de, bi daxuyaniyekê girtina 36 sîxuran ragihand û pê re jî li dijî sîxurên ku dibin sedema şehîdxistina şervan û pêşengan, li herêmê ‘Operasyona Sondê’ da destpêkirin.

Welatiyan jî têkildarî vê mijarê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

EM XAYÎNAN JI NAV XWE DERXIN

/kr/uploads/files/2022/08/07/183335_srezad.webp

Şêrezad Îbrahîm diyar kir ku ew operasyona QSD’ê gaveke pîroz e, mîna gavên wê yê beriya niha û wiha got: “Bi mijûlkirina gel re jî ajan wek derfetekê ji bo xwe dîtin. Helbet jî ew kesayet ji bo me qirêj tên.”

Îbrahîm got: “Em ê her dem piştgiriya QSD’ê bikin, çawa me pêngavên leşkerî yên li dijî dijmin bi hev re bi ser xist, em di vê operasyonê de jî serkeftî derkevin. Ji ber ku em rastiya tevliheviya heyî nas dikin, şoreşa me bi ser dikeve dijmin jî ajanan di nava gelan de belav dike da ku şoreşa me têk bibin.”

/kr/uploads/files/2022/08/07/183359_viyan-ehmed.webp

Viyan Ehmed jî da zanîn ku êrişên bi rêya şerê taybet ku ew jî bi destê ajanan tê kirin, ji ber girêdana zêde ya gelên herêmê bi hêz û destkeftiyên wan ve ye. Viyanê got: “Em hebûna van kesayetan li herêmê xwe qebûl nakin, em ê bi hemû hêza xwe wan kesên xayîn ji nava xwe derxin. Divê pîvanên hesabxwestina ji wan ajanan bi rêya malbatên şehîdan bê dayîn.”

KOMÎN JÎ DIKARIN ŞERÊ AJANTIYÊ BIKIN

Di komînan de jî di çarçoveya rewşa awarte de komîteya parastinê heye û di van rewşan de çalaktir dibe. Ew komîte li ser esasê berevaniyê û parastina welatiyan hatine avakirin.

Hevserokên 2 komînên li Qamişloyê jî li ser rola komînan di destekdayîna operasyona QSD`ê ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2022/08/07/183307_el-bekir.webp

Hevserokê Komîngeha Şehîd Roken, Elî Bekir daxuyand ku şerê herî mezin bi rêya ajanan ve tê kirin û got: “Dewleta Tirk di nava gel de ajanan bi rêxistin dike. Em jî di rûbera girêdayî komînê xwe ve bi çavekî lêgerînê li ajanan digerin, divê gel jî hişyar be.”

Elî Bekir wiha pê de çû: “Heke ne bi vê rêyê be dijminê me nikare zirarê bide me, ev ajan hêviyan ji dijmin re çêdikin, ji ber vê yekê divê em şerê wan bikin.”

Li ser erka komînan Bekir diyar kir ku komîn ji wan saziyan e ku bêhtir dikare şerê ajantiyê bike, ji ber ku cihê xwe di nava civakê de digire.

/kr/uploads/files/2022/08/07/183321_selm-mexso.webp

Hevserokê Komîngeha Şehîd Adil Selîm Mexso jî diyar kir ku di rewşa heyî de sîxur û ajantî li herêmê pir bûye, ji bo rê li ber wan bê girtin divê cezayê herî giran li wan bê ferzkirin û got: “Bêhna me bi daxuyaniya QSD’ê fireh bû, gaveke baş e girtina bi vê hejmarê.”

ANHA