Li Kobanê dibistaneke seretayî hat vekirin

Bi dirûşma “Bi destekî lêkirin û bi destekê fêrkirin ji bo civakeke azad û demokratîk ava bikin”, Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê dibistana Şehîd Cegerxwîn li bajarê Kobanê vekir, her wiha bawername li xwendekarên astên navîn û amadeyî belav kirin.

Li Kobanê dibistaneke seretayî hat vekirin
Li Kobanê dibistaneke seretayî hat vekirin
Li Kobanê dibistaneke seretayî hat vekirin
Li Kobanê dibistaneke seretayî hat vekirin
Li Kobanê dibistaneke seretayî hat vekirin
Li Kobanê dibistaneke seretayî hat vekirin
7 tebax, 2022   18:06
KOBANÊ

Vekirina dibistanê û belavkirina bawernameyan bi şahiyekê li dibistanê pêk hatin ku li nêzî Nexweşxaneya Emel a bajarê Kobanê ye.

Di şahiyê de bi dehan mamoste û xwendekar beşdar bûn.

Endama rêveber a Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Herêma Firatê, Fatme Şêxo wiha axivî: “Em hewl didin nifşekî azad bi rêya zanistê biafirînin, cihê serbilindiyê ye ji be me ku em xwedî li zimanê xwe derkevin ku dijmin dixwazin wê tune bikin.”

Piştre, cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê, Emîne Bekir wiha axivî: “Vekirina dibistanekê li Kobanê gaveke girîng e. Eger em bala xwe bidinê em ê bibînin ku gelek kes hene ji bo em bigihînin vê kêliyê, xwe feda kirin.”

Emîne Bekir wiha domand: “Em rojane rastî komkujiyam tên, ji ber ku gelê me rêya azadiyê hilbijart û baweriya xwe bi fikrê rêber Ocalan anî.”

Piştre dibistan hat vekirin û xwendekarên sereke hatin xelatkirin û bawername li xwendekarên kantonê hatin belavkirin.

Hejmara xwendekarên asta navîn îsal gihaşt hezar û 900 xwendekar û ya asta amadeyî gihaşt 800 xwendekar.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Tê zanîn ku ji 6 mehan ve projeya avakirina dibistana sereteyî dest pê kiriye ku têra 600 xwendekaran dike.

(mh)

ANHA