Malbatên şehîdan daxwaza cezakirina sîxuran ji aliyê gel ve kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz kirin ku sîxur û xayîn ji aliyê dadgehên gel ve werin cezakirin.

Malbatên şehîdan daxwaza cezakirina sîxuran ji aliyê gel ve kirin
7 tebax, 2022   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li Rêveberiya Xweser û aliyên têkildar kir ku sîxur û xayînên ku di encama Operasyona Sondê de hatin girtin ji aliyê dadgehên gel ve werin cezakirin.

Daxuyanê wiha ye:

Bi saya şoreşa 10 salan û bi destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê re ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilayê Sûriyê di bin sîwana wê de bi wekhevî jiyan û bi saya fikrê neteweya demokratîk, ev şoreş bû nimûneyek bêhempa û bingehek xurt ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî.

Serkeftinên dîrokî yên li dijî dijminên mirovahî û kurdan û gelên herêmê bi giştî (AKP) hatin bidestxistin, ew jî bi saya xwîna hezaran şehîd û sekna gelê me yê têkoşer û berxwedêr pêk hat, ruxmî wê jî dîsa dewleta Tirk hewl dide siyaseta înkarkirina çanda gelên herêmê nexasim kurdan dide meşandin.

Lê binketina dewleta Tirk a li hember qehremaniya hêzên me û yekitiya gelê me hişt ku dewleta Tirk berê xwe bide kirîna sîxur û xayînan da ku projeyên xwe yên faşîzm pêk bîne, ewlehiya herêmê têk bibe û wê vala bike, di heman demê de da ku proeya biratiyan gelan têk bibe. Ev hemû li ber çavên cîhanê û civaka navneteweyî tên kirin, bi taybetî di vê dawiyê de wek çawa li Qamişlo, Til Rifet, Şehba û gelek deverên din bûye ku di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn. Ev agahî piştî girtina sîxur û ajanên dewleta Tirk ji aliyê QSD’ê ve di Operasyonê Sondê de diyar bûn, ku ew jî li xwe mikur hatin ku wan agahî didan MIT’ê dewleta Tirk û bi wan re dibûn alîkar.

Ji ber wê jî em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilayê Sûriyê em beşekî sereke ji gel in, me bi deh hezaran şehîdên ku sond xwaribûn rûmeta me biparêzin, dan. Em sekna xwe ya li kêleka hêzên xwe yên leşkerî di hemû hemleyên xwe de nexasim Operasyonê Sondê de radighînin, em hemû bandora xayîntiyê li şoreşan baş nas dikin.

Em wek malbatên şehîdan bang li Rêveberiya Xweser û aliyên têkildar dikin ku sîxur û xayînan ji aliyê dadgeheke gel ve werin cezakirin, ji ber ku ew dadgehên herî demokratîk in, em jî soz didin ku xwedî li erka xwe derkevin, bê teredud edalet û demokrasiyê bidin meşandin, ji ber ku em şagirtên felsfeya şehîdan e, diruşma me an serkftin an serkeftin e.”

 (mh)

ANHA