SOHR: Li Idlibê 3 çete hatin kuştin

Hêzên hikumeta Şamê wesayîteke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Sehil El-Xab kir hedef. Di encamê de 3 çete hatin kuştin.

SOHR: Li Idlibê 3 çete hatin kuştin
7 tebax, 2022   13:43
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê li eniya Hakûre ya Sehil El-Xab wesayîteke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de kir hedef, di encamê de 3 çeteyên Ensarûlturkistan hatin kuştin. Her wiha ragihand ku hêzên hikumeta Şamê eniya Hakûre û herêmên din ên Sehil El-Xab bi dijwarî topbaran kirin. 

Girêdayî heman mijarê, hêzên hikumeta Şamê derdora bajarokê Bare yê çiyayê Zawiye û eniyên Fitîra, Sifohin ên gundewarê Idlibê topbaran kirin.

Duh êvarê, çeteyên Fetih El-Mubîn û hêzên hikumeta Şamê de li eniyên Emîqa, Mişarî yên Sehil El-Xab ên li rojavayê Hemayê bi çekên giran bi hev ketin. Her wiha hêzên hikumeta Şamê gundên Fitîra, Filêfil, Sifohin û Bare yên çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

(şx)