Li Tebqayê navenda perwerdeya pîşeyî hat vekirin

​​​​​​​Komîteya Ciwanan û Wezîşê ya Tebqayê navendeke perwerdeya pîşeyî di avahiya Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê, vekir.

Li Tebqayê navenda perwerdeya pîşeyî hat vekirin
7 tebax, 2022   13:35
TEBQA

Di şahiya vekirina navendê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, ciwan û endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê beşdar bûn.

Di destpêka şahiyê de sînevîzyoneke li ser kar û xebatên komîteyê li Tebqa û gundewarê wê hat pêşandan.

Endama rêveber a Navenda Perwerdeya Pîşeyî, Rîm Salih wiha axivî: “Me ev navend li Tebqayê vekir da ku piştgiriyê bidin ciwanan û derfetan ji wan re vekin.”

Rîm Salih anî ziman ku di navendê de wê perwerdeyên pîşeyî wek dirûn, kuafor,û pîşeyên sazgehî, bazirganî, ragihandin, kompîtur û hemşertî werin dayîn.

 (mh)

ANHA