Çeteyan li Efrîna dagirkirî welatiyekî din revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revand û ber bi ciheke ne diyar ve bir.

Çeteyan li Efrîna dagirkirî welatiyekî din revand
7 tebax, 2022   12:33
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji navçeya Cindirêsê hatine bidestxistin, çeteyên "Polîsên Sivîl" ê girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Ebûd Elî Kamil (32) ji şêniyên gundê Mehmediyê yê navçeyê revand û ber bi ciheke ne diyar ve bir.

Li gorî belgeyên rêxistinên herêmî û navneteweyî, ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18'ê Adara 2018'an de kantona Efrînê dagir kiriye de sûcên kuştin, tecawiz, dizî û talankirina mal û milkên sivîlan berdewam e. li gorî heman rêxistinan, ji dema dagirkirina kantona Efrînê ve zêdetirî 300 hezar welatiyên kantonê bi darê zorê hatine koçberkirin û li şûna wan 400 hezar malbatên biyanî yên ji herêmên cuda yên Sûriyê û derveyî wê, hatine bicihkirin.

(dm)

ANHA