Bi sedan welatiyên Ereb, Suryan û Kurd şehîd Dara El-Meo oxir kir

Di merasîma oxirkirina şehîd Dara El-Meo de, welatiyan tekez kir ku yekîtiya pêkhateyên herêmê dê rê li êrişên dewleta Tirk a dagirker bigire, ya ku bi hemû rêbazan hewl dide herêmê ji niştecihên resen vala bike.

Bi sedan welatiyên Ereb, Suryan û Kurd şehîd Dara El-Meo oxir kir
7 tebax, 2022   12:41
QAMIŞLO

Îro bi sedan Kurd, Ereb û Suryaniyên navçeya Tirbespiyê berê xwe dan Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê û tev li merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dara Silêman El-Meo bûn, ku dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe bi cih dianî gihaşt asta şehadetê.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Hac Ebdî Xelef axivî û diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi her awayî hewl dide ewlekarî û aştiya navxweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bike û herêmê ji welatiyên wê yên resen vala bike.

Hac Ebdî Xelef amaje bi wê yekê kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka şoreşê ve heta niha bi hemû şêweyan şerê terorê dikin, ku gelek dewlet û di serî de Tirkiyepiştgiriya wan dikin û bi wê yekê hewl dide aramiya herêmê têk bibe, herêmê dagir bike, şêniyên wê yên resen koçber bike û niştecihên biyanî li li şûna wan bi cih bike.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî Mihemed Zêdan aixivî û got ku Hêzên Sûriya Demokratîk şerê terorê kirin, karîn serkeftinê bi dest bixin û rê li pêkanîna komkujiyan li dijî pêkhateyên herêmê bigirin, her wiha karîbû ewlehî û aramiyê mayînde bikin. Mihemed Zêdan bang li hemû pêkhateyan kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker hişyar bin û li hember van êrişan bisekinin.

Paşê wesîqeya şehîd Dara El-Meo hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Li ser navê malbata şehîd, Casim El-Xelîfe bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li ser şopa şehîdan bimeşin da ku serkeftinê bi dest bixin û bi  azadî û bi rûmet bijîn.

Piştre cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

ANHA