Çeteyên dagirker li Cindirêsê, Şera û Bilbilê pev ketin

Çeteyên dagirker li navçeyên Cindirêsê, Şera û Bilbilê yên Efrînê pev ketin. Li navçeya Cindirêsê jî dagirkeriya Tirk dibistanek veguherand baregeheke leşker, ku ev ev yek li gorî qanûna navneteweyî sûcekî şer e.

Çeteyên dagirker li Cindirêsê, Şera û Bilbilê pev ketin
7 tebax, 2022   12:16
ŞEHBA

Ji dema ku dewleta Tirk di 18'ê Adara 2018'an de kantona Efrînê dagir kiriye, tevlîhevî û rewşa ewlehiyê ya xirab berdewam e. Komên çeteyan jî li ser parvekirina milkên koçberên ên didizin li hev nakin.

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, ji ber qaçaxiya kelûpelan ji xaka Tirkiyê re, duh di navbera çeteyên "Sultan Murad" de ên li gundê Dêr Siwanê yê sînorî yê girêdayî navçeya Şerayê bi çekên sivik û navîn şer derket.

Li navçeya Bilibê jî, çeteyan li ser dabeşkirina milkên koçberên Efrînê yên dizîne li hev nekirin û duh di navbera Firqeya " El-Mutasim Billah" û Firqeya “El-Hemzat” de şer derket. Li gorî çavkaniyan, di encama şer de hejmareke çeteyan hatin kuştin û birîndar bûn.

Li navçeya Cindirêsê, çeteyên “Polîsên Leşkerî” hevjînên hejmareke çeteyên ji bajarê Humsê binçav kirin. Li ser wê yekê çeteyên ji bajarê Humsê girt ser navend çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û di navbera her du aliyan de şer rû da.

Di dîmenkî ku çeteyan ji navçeya Cindirêsê kişandiye de, diyar dibe ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker Dibistana El-Cela veguherandine baregeheke leşkerî ya dagirkeriya Tirk.

Di encama şerê di navbera komên çeteyan de yê dem dem rû dide, bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn.

(dm)

ANHA