3 welatiyên navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî hatin revandin

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî ragihandin ku çeteyên “Lîwa El-Weqas” a girêdayî dagirkeriya Tirk 3 welatiyên ji gundê Hêkçê yê navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî revandin.

3 welatiyên navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî hatin revandin
7 tebax, 2022   10:10
ŞEHBA

Li gorî çavkanî, navên kesên ku hatine revandin wiha ne: Cemîl Zekeriye Tane (35), Mihemed Ednan Tamir (37) û Ehmed Betal Ibrahîm (30).

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan ew birine cihekî nediyar û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî belgeyên rêxistinên herêmî û navneteweyî, ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18'ê Adara 2018'an de kantona Efrînê dagir kiriye de sûcên kuştin, tecawiz, dizî û talankirina mal û milkên sivîlan berdewam e. li gorî heman rêxistinan, ji dema dagirkirina kantona Efrînê ve zêdetirî 300 hezar welatiyên kantonê bi darê zorê hatine koçberkirin û li şûna wan 400 hezar malbatên biyanî yên ji herêmên cuda yên Sûriyê û derveyî wê, hatine bicihkirin.

(dm)

ANHA