Bavê zarokê di êrişa Qamişlo de şehîd bûye detayên bûyerê vedibêje

Elî Hisên yê ku duh di êrişa dagirkeriya Tirk li dijî taxa Sîna ya Qamişlo de birîndar bûbû, hûrgiliyên bûyerê û şehîdbûna zarokê xwe Ehemed Elî Hisên û biraziyê xwe Aheng Ekrem Hisên vegotin.

Bavê zarokê di êrişa Qamişlo de şehîd bûye detayên bûyerê vedibêje
7 tebax, 2022   10:28
QAMIŞLO

Duh balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker taxa Sîna ya rojhilatê bajarê Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de endamê Saziya Dîspilîna Leşkerî Rûxaz Amûdê, di nav de 2 zarok, 3 kesên din şehîd bûn. Li gorî agaiyên malbatan dane, 2 zarokên şehîd bûne bi navên Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên in.

Têkildarî êrişê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh da zanîn ku balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk erebeyek li taxa Sîna ya bajarê Qamişlo bombebaran kir, di encamê de 4 welatî şehîd bûn, ji wan 2 zarok in.  

MIN BAWER NEKIR EZ SAX BIMÎNIM

Elî Hisên (45) ku ji êrişa duh filitî, lê di serî û laşê xwe de birîndar bûye, ji ajansa me re axivî û hûrgiliyên bûyerê vegotin: “Min û kurê xwe Ehmed, ji ber germahiya zêde dikana xwe ya firotina parçeyên erebeyan zû girt. Saet derdora 06:00’an êvarê bû, hevalekî min ku ew jî xwediyê dikanekê ye li Sîna bi telefonê li min geriya, ji min re got hin kes hene dê biçin dikanê ku hin parçeyên erebeyan bikirin. Paşê ez û kurê xwe careke din vegeriyan dikanê."

Hisên wiha axaftina xwe didomîne: "Piştî demeke kurt em gihaştin Sîna, me dengekî bilind li naverasta Sîna bihîst. Kurê min ê 17 salî û biraziyê min jiyana xwe ji dest da. Ez jî bi gelek parçeyan di laş û seriyê xwe de birîndar bûm. Lê ez ji ser hişê xwe neçûm, min bi dîwêr girt ku li ser lingên xwe bisekinim. Min bawer nekir ez ê sax bimînim.”

REWŞA ELÎ HISÊN ARAM E

Der barê rewşa tenduristî ya Elî Hisên de, bisporê emeliyetan Dr. Cîr Ebdulezîz ji ajansa me re eşkere kir ku rewşa wî nih baş e û got: "Destpêkê Elî Hisên û kurê wî Ehmed Hisên rakirin Nexweşxaneya Rihmê ya li bajarê Qamişlo. Ji ber ku birînên lawê wî giran bûn, ew şehîd bû.”

Dr. Cîr Ebdulezîz wiha dawî li axafina xwe anî: "Destpêkê ji ber parçeyên di zik de, şikandina dest û lîngên wî yên çepê, rewşa Elî Hisên ne baş bû, lê niha rewşa wî aram e."

(fr)

ANHA