​​​​​​​Hêzên PDK`ê li Dihokê 2 ji wan rojnamevan, 3 kes revandin

Hêzên ser bi PDK’ê duh bi şev du peyamnêrên televziyona NRT û berpirsê Nifşê Nû li Dihokê revandin. Aqûbeta kesên revandî heta niha nayê zanîn.

​​​​​​​Hêzên PDK`ê li Dihokê 2 ji wan rojnamevan, 3 kes revandin
6 tebax, 2022   06:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî taybet, duh bi şev hêzên bi ser PDK’ê rojnamevanên bi navê Letîf Goran, Biryar Nêrweyî ku peyamnêrê televziyona NRT ye, her wiha berpirsê Nifşê Nû yê Dihokê Aram Hisên revandine.

Çarenûsa kesên hatine revandin heya niha nayê zanîn.