​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî ku 4`ê Tebaxê li Qamişloyê şehîd bûye, eşkere kir.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
6 tebax, 2022   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamê ji herêma Cizîrê yê bi navê Dara Silêman El-Meo, dema 4`ê Tebaxê bi erka xwe ya parastinê rabûbû, şehîd bû.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Dara El-Meo
Navê bav: Silêman
Navê dê: Atiye
Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo, 10.05.2015
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo, 04.08.2022

Di dawiya daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd Dara re xwest û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

(eh)