​​​​​​​Jinên Şehbayê xendeqan dikolin û çeperan amade dikin

Li gundên li bemberî eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re, jin ji bo parastina xwe di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de ji êrişên dagirkeran xendeqan dikolin û çeperan ava dikin.

​​​​​​​Jinên Şehbayê xendeqan dikolin û çeperan amade dikin
​​​​​​​Jinên Şehbayê xendeqan dikolin û çeperan amade dikin
​​​​​​​Jinên Şehbayê xendeqan dikolin û çeperan amade dikin
​​​​​​​Jinên Şehbayê xendeqan dikolin û çeperan amade dikin
​​​​​​​Jinên Şehbayê xendeqan dikolin û çeperan amade dikin
5 tebax, 2022   23:39
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN – ELÎ GEDRO

Li hember gefên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna êrişan li ser herêmê bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî û avakirina "herêma ewle" bi kurahiya 30 kîlometreyan di xaka Sûriyê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6'ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihand.

Li dijî gundên kantona Şehba ya ku bi hezaran koçberên Efrînê dihewîne û gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên başûrê kantona Efrînê, rojane êriş têne kirin. Di êrişa de çekên giran û balafirên bêmirov ên biçek tên bikaranîn. Di encamê de bi dehan welatî şehîd bûn û 3 komkujî pêk hatin.

Efrîniyan û şêniyên resen ên herêmê bi taybet jinan, li gorî rewşa awarte tev digerin ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina herêmê ragihand.

Jinên ji pêkhateyên cuda û temenên cuda, li gundên li eniyên şer dest bi kolandina xendeqan kir  da ku herêmê ji êrişên dagirkeriya Tirk biparêzin.

Welatiya bi navê Zelûx Mihemed got: “Em ji Efrînê koçber bûn. Niha em xendeq dikolin û çeperan ava dikin da ku xwe û xelkê herêmê ji topbarana dewleta Tirk a dagirker biparêzin.  Dagirker rojane herêmên me topbaran dike.”

Zelûx Mihemed di dawiyê de got: “Divê dewleta Tirk a dagirker baş fêm bike ku em ne mîna berê ne. Ji ber me xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî di çarçoveya parastina cewherî de bi rêxistin kir. Divê fêm bike ku em ê li ber xwe bidin heta ku warên me rizgar dibin.”

Gulê Mistefa Îbrahîm a ji pêkhateya Ereb destnîşan kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê ji malên xwe koçber bûn û li kantona Şehbayê bi cih bûn û ji zêdetirî 5 salan ve dewleta Tirk herêmê topbaran dike da ku dîsa wan koçber bike.

Gulê Îbrahîm daxuyand ku ji bo parastina zarokan û herêmê ji êrişên dewleta Tirk ew xendeqan dikolin û çeperan ava dikin.

Welatiya bi navê Leyla Xelîl jî diyar kir ku ew ê herêmê ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê biparêzin ku hovantirîn sûcan li dijî jinan û şêniyan li herêmê dagirkirî pêk tînin.

Leyla Xelîl wiha domand: “Li cem hemû zindiyan, xweparastin motîveke xwezayî ye, da ku xwe ji xeteriyan biparêzin. Wê demê çima em xwe naparêzin!”

Leyla Xelîl destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk çi dike bila bike ew ji kantona Şehba, navçeyên Şera û Şêrawa dernakevin.

(şx)

ANHA