​​​​​​​Roja yekemîn a şêwira Malbenda Heleb a Çandî bi dawî bû

Piştî mijara duyemîn a bi navê "Nenavendîbûn" û şûde roja yekemîna şêwira Malbenda Heleb a Çandî bi dawî bû.

​​​​​​​Roja yekemîn a şêwira Malbenda Heleb a Çandî bi dawî bû
5 tebax, 2022   15:16
HELEB

Roja yekemîn a diyaloga şêwirê ya Helebê ku Malbenda Çandê ya Helebê li Hola Star Layt a herêma Şiqyêf a Helebê organîze dike, piştî mijara duyemîn a li ser nenavendîbûnê, bi dawî bû.

Di mijara duyemîn a li ser nenavedîbûnê de, endamên dîwana şêwirê hatin hilbijatin ku ji endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Fatima El-Hisêno, hevserokê Malbenda Heleb a Çandî Ehmed Bîrhat û çalakvana sivîl Yasmîn El-Eyniyê pêk tê.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Fatima El-Hisêno axivî û got: "Piştî ewqas sal ji temenê aloziyê û wêraniya ku di hemû aliyan de giha welat, dem hatiye ku opozîsyona niştimanî ya demokratîk li hev kom bibe û ber bi çareseriyeke giştî ve biçe ku hêviyên rewa yên gelê Sûriyê yên di azadî, demokratîk, edalet û wekheviyê de bi cih bîne."

Li ser têgeha nenavendîbûnê, Fatima El-Hisêno wiha got: "Nenavendîbûn ew e ku desthilat, berpirsyarî û erk li gorî mekanîzmeyeke diyar ji navendê bighêje hemû aliyan. Li gorî wê desthilat li ser hemû astan tê belavkirin da ku beşdarûbna civaka xwecehî ku bi xwe xwe birêve bibe were hêsankirin."

Di vê mijarê de, rêgezên sereke yên nenavendîbûnê li Sûriyê wiha hatin rêxistin: Yekitiya xaka Sûriyê, nenavendîbûna erdîngariya wê di sîstemn herêm û parêzgehan de, nenavendîbûna yekgirtî û cudakirina desthilatan ji hev, peymana civakî  û têkiliyn civakî û ewlehiya xwecihî.

Roja yekemîn a şêwirê bi dawî bû. Sibe dê mijarên din dewam bike û bi encanameyekê bi dawî bibe.

ANHA