​​​​​​​Şêwira Malbenda Çandê ya Helebê dest pê kir

Şêwirê li Helebê ku ji aliyê Malbenda Çandê ya Helebê ve tê organîzekirin, bi beşdariya gelek welatparêz û demokratên ji bajar û herêmên Sûriyê, dest pê kir.  

​​​​​​​Şêwira Malbenda Çandê ya Helebê dest pê kir
5 tebax, 2022   07:36
HELEB

Beriya kêliyekê bi dirûşma "Sûriye bi ku ve diçe?" diyaloga şêwirê ya Helebê ku Malbenda Çandê ya Helebê li Hola Star Layt a herêma Şiqyêf a Helebê organîze dike, dest pê kir.

35 rewşenbîr, nivîskar, dîplomat, nûnerên hêzên neteweyî, yên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê tev li diyalogê bûn.

Li gorî komîteya amadekar dê şêwir 2 rojan dewam bike û 2 mijarên sereke; "Nasnameya neteweyî" û "Nenavendîbûn" werin nîqaşkirin.

Armanca lidarxistina vê şêwirê ew e ku têkildarî girîngiya nasnameya sûrî dan û standin çêbe, ji ber ku ew ê bibe rêbaza yekemîn a bersivdayîna êrişên ji derve û gava yekemîn ji bo destpêkirina diyalogên giştî ku pê aloziya Sûriyê were çareserkirin.

Di heman demê de têgeha "nenavendîbûnê" di çarçoveya projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dê were nîqaşkirin.

Tê payîn ku di 2 rojan de piştî nirxandina her du mijaran,  beşdar nêrînên xwe pêşkêş bikin. Her wiha piştre maseyeke gilover  were lidarxistin û rewşa Sûriyê ya ji destpêka tevgera gel ve û guhartina ber bi krîzekê ve heta ku hêzên herêmê destwerdan kirin, her wiha senaryoyên têkildarî pêşeroja welat werin nîqaşkirin û dê diyalog bi encamnameyekê bi dawî bibe.

 (eh)

ANHA