'Peyama dewleta Tirk a beriya civîna Soçiyê; êriş dê dewam bikin'

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker beriya civîna Soçiyê peyamekê dide ku ew ê êrişên xwe li dijî welatiyên Şehbayê dewam bike. Henan destnîşan kir ku bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî nîşan dide ku ew bi dewleta Tirk re hevkar in.

'Peyama dewleta Tirk a beriya civîna Soçiyê; êriş dê dewam bikin'
5 tebax, 2022   06:50
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker duh di saetên piştî nîvro ve bi dronekî Komîna 16'an a navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de di nav de 7 zarok, bi giştî 9 kes birîndar bûn. Ev êrişî li cihê komkujiya 2'ê Kanûna 2019'an de ya li dijî koçberên Efrînê pêk hat, ku di encamê de 10 kes, di nav de 8 zarok şehîd bûn.

Li navçeya Til Rifetê derdora 22 hezar kes dijîn, ji wan 7 hezar niştecihên resen in û yên din şêniyên Efrînê ne ku bi darê zarokê ji warê xwe koçber bûne.

Li ser mijarê hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan ji ANHA'yê re axivî. Henan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker di hedefkirina sivîlan û dagirkirina Til Rifet û Minbicê de bi israr e û got, divê civata navneteweyî helwesta xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser welatiyên Şehbayê bi taybet Til Rifetê ku ev zêdetirî 5 salan dewam dikin, diyar bike.

Henan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide senaryoyên komkujiyên yekemîn û duyemîn ên li Til Rifetê dûbare bike ku di encamê de welatî, bi piranî jin û zarok bûn qurbanî.

Henan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser siyasetên dewleta Tirk û got: " Dewleta Tirk a dagirker li hemû dewletên herêmî digire da ku erêkirina destpêkirina êrişeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê werbigire. Gihişt asta ku destekê ji hikumeta Şamê bixwaze û çeteyên xwe bifroşe, da ku kurdan û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe."

Henan îşaret pê kir ku dewleta Tirk piştî civîna sê alî ya li Tehranê ya di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îranê de êrişên xwe yên bi dron, top û obîsan zêdetir kirin û rojane herêmê topbaran dikin.

Hevserokê Meclisa Til Rifetê daxuyand ku hedefkirina zarokan bi dronan, beriya civîna Soçî ye ku tê payîn îro  di navbera Tirkiyê  û Rûsyayê de were lidarxistin,  nameyeke ku ew ê qetilkirina welatiyan û êrişên berfireh li ser herêmê dewam bikin.

Henan destnîşan kir ku heman cihê komkujiya li Til Rifetê ya li dijî zarokan ku di encamê de 10 sivîl bûn qurbanî hate hedefgirtin û anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya hedefkirina jin û zarokan dixwaze îrade û berxwedana koçberên Efrînê yên li Til Rifetê têk bibe.

Mihemed Henan bal kişand ser niyetên Tirkiyê yên mêtîngeriyê li Sûriyê û Iraqê  û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne û planên osmanî ne tenê li Sûriyê û Iraq, di heman demê li hemû dewletan vegerîne.

Henan îşaret pê kir ku bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî yên têkildarî koçberan delîlê tevkariya wan bi dewleta Tirk a dagirker re di rijandina xwîna gelê Sûriyê bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.

Henan da zanîn ku şêniyên herêmî di berxwedana li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî de bi israr e, nuqteyên xwe asê kirin û xendeq kolandine da ku li hemberî her êrişeke artêşa Tirk û çeteyên wê bisekine.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan di dawiyê de got, şêniyên Til Rifetê serî ji siyasetên dewletên hegemon re natewînin û bi hêviya ku careke din vegerin Efrînê asta berxwedanê li hemberî dewleta Tirk û alîgirên wê xurt kirine.

ANHA