Sati Racî: Divê Ereb û Kurd projeya Osmanî red bikin

Nivîskar û rexneger Sati Racî da got,  divê gelên Ereb û Kurd projeyên Osmanî red bikin û anî ziman ku divê redkirin di hemû aliyan de, di serî de qada çandê be.

Sati Racî: Divê Ereb û Kurd projeya Osmanî red bikin
5 tebax, 2022   04:37
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Di navbera Ereb û Kurd de têkiliyên dîrokî hene, lê ji ber siyasetên rejîmên desthilat mûzaîka civakî ji hev xist,  di serî de rejîma Tirkiyê parçebûnek di nava gelên Ereb û Kurd de çêkir.

Ji ber pêwîstiya xurtkirina têkiliyên Ereb-Kurd li hember xeteriyên li dijî her du gelan di serî de xeteriya Osmaniya Nû, bangên li rewşenbîr û siyasetmedaran dewam dikin.

Nivîskar û rexnegerê iraqî Sati Racî da zanîn ku parçebûna neteweyî û etnîkî rewşeke awarte li herêmê ye û sedema vê parçebûnê spart siyasetên mêtinger ku hewl da têgeha neteweyî bi wateya nijadperest ne çandî ava bikin.

Sati Racî got: "Ji ber vê parçebûna xurt rejîm derketin ku hemû cûreyên pirrengiyê, di nav de pirrengiya xwezayî red dikin. Yanî hebûna gelek neteweyan ku bi hev re hevkar bin û ji bo berjewendiyên hevbeş kar bikin, red dikin."

Sati Racî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku parçebûna neteweyî û etnîkî bandoreke mezin li têkiliyên di navbera neteweyên cihêreng ên li herêmê de kir (Ereb, Kurd, Faris, Amazîg, Tirk....)  û wiha pê de çû: "Mixabin ji ber rejîman parçebûneke rasteqîn çêbû. Ruxmî vê jî ji ber alozî û astengiyan civakan şaştiyên ku ji ber van siyasetan derketine, sererst bikin. Esasê mirovahiyê hevkarî ye. Em dibînin ku li Iraq û Sûriyê hemahengiyek di navbera gelên Ereb  û Kurd de heye ku baş dewam dike. Ev hemahengî li beşên cuda yên herêmê xwedî dîrokeke dirêj ji têkiliyên mirovî û civakî ye ku li ser esasê wekhevî û hevkariyê xurt bûye."

‛DESTHILATA OSMANÎ HEWL DA ASÎMÎLASYONEKE MEZIN PÊK BÎNE DA KU CIVAKÊN LI HERÊMÊ BIHELÎNE’

Têkildarî têkiliyên Ereb-Kurd di dîroka Iraqê de Racî ev tişt anî ziman: "Bi taybet di dîroka Iraqê ya nêz de, em dibînin ku rêveberên çepgir û komunîst heta demên dirêj Kurd bûn, tevî ku bingeha partiyetê piranî Ereb bû. Ruxmî ku rêveberên vê partiyê Ereb bin lê hesasiyeteke civakî tune bû. Partiyên kurdan şerên giran dimeşînin. Di dirêjahiya sedsala 20'î de kesayetên Kurd di desthilata siyasî, leşkerî û rêvebirî de cihên navendî digirtin û ji ber vê yekê tu hesasiyeteke civakî tune bûn. Ev yek parçebûna di navbera desthilata çewsîner û civakê de eşkere dike, ji ber ku desthilatdar her tim beşek ji pergala dewletê ye û ajnîdeyên wê yên taybet pêk tîne."

Li ser cemidandina têkiliyên Ereb-Kurd di vê dawiyê de ji ber siyasetên rejîmên desthilat ku mûzaîka civakî ji hev kir, bi taybet rejîma Tirkiyê Racî wiha pê de çû: "Têkildarî rola siyasî ya dewleta Tirk, divê em gelek sedsalan bi bîr bînin ku tê de desthilata Osmanî ya Tirkî hewl dide kiryara mezin a asîmîlekirinê pêk bîne da ku civakên li herêmê di desthilata mêtinger de bihelîne, ew yek hemwextî mêtingeriya rojavayî, spanî, portuguesî, hollandî, anglo-saxon û fransî pêk hat. Di her halan de mêtingeriyê hewl dida xwe ji gelên resen bi temamî rizgar bikin.  Li vir desthilat tenê desthilateke kêm e, nûnertiya civak an jî gelekî nake, lê belê hemûyan diçewisîne. Lê ev kiryar di civakên biçûk, sist û destpêkê de pêk tên, mîna li her du amerîkayan pêk hatiye. Lê di civakên xurt û şareza de pir zehmet e û ji vê rewşên gelek bedbîniyên mezin tên pêşberî desthilata mêtinger ku xwe bi hêz ferz kiriye. Wê yekê bi rêya pêkanîna nakokiyên nijadperestî, etnîkî û herêmî û eşîrtî pêk tîne. Em dikarin di vir de bibêjin tiştê dewleta Tirk a Osmanî li Iraqê kiriye hîna sedema krîzan e."

‛RAGIHANDINA ÎRO, FEYLEQA YEKEMÎN DI ARTÊŞA OSMANÎ DE YE’

Nivîskar û rexnegir Sati Racî destnîşan kir ku divê her du gelên Ereb û Kurd hemû kiryarên bi armanca pêkanîna projeya Osmanî red bikin û redkirin bibe tiştê destpêkê li ser hemû astan di serî de çandî û wiha domand: "Em dikarin îro bi hêsanî bibînin ku gelek şîrovekarên siyasî yên tirk bi zimanî erebî yê resen derdikevin ser ekranan da ku parastina projeya Osmanî bikin û bi hêsanî em dikarin meyla siyasî ya wan eşkere bikin."

Sati Racî diyar kir ku ragihandina îro feyleqa yekemîn a artêşa Osmanî ye û ev tişt anî ziman: "Mixabin, li hemberê wê asta performansê ya têr tune ye. Her beşek an jî partiyek li herêmê li ser xwe û bi gelê re bi rêya medyayên dîjîtal diaxive. Lê desthilata Tirk jî rewşên zehmet ên civakan derfet digire, da ku bi rêyên amûrên dagirkirina çandê derbasî nava wan bibe. Her wiha di kişandina sermaye û pisporên iraqî û sûrî bi aliyê xwe ve bi ser ket û kesên ji van her du welatan revîne jê tax û bajar çêbûne. Ev siyaseta koçberiya mezin dê di çend salên din de bihêle dewleta Tirk nifşekî iraqî û sûrî bi baweriyên Osmanî bişîne herêmê."

Têkildarî însiyatîfên ku ji bo yekitiya Ereb-Kurd hatine ragihandin, Racî diyar kir ku heger bi bingehên madî desteka van însiyatîfan neyên kirin wê bê bandor û bê nirx bin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji ber ku bêyî alav û bingehên madî û niyetên paqij têrê nake, nemaze li gel siyaseta Tirkiyê ku di aliyên diravî, siyasî, ragihandinî û leşkerî ve destekê werdigirin. Ev beş bi xwe azarên astengkirin, pêdiviya madî û serdegirtinê dikişînin. Însiyatîfên rasteqîn ew însiyatîfên girêdayî jiyanê ne. Projeyên aborî yên tirkî li her bajarekî herêmê hene, nivîn, cil, xwarin, rêzefîlmên, partî û artêş hene. Gelo çi însiyatîfa ku rewşenbîr dest pê bikin, dê li hemberê bisekine?"

SATI RACÎ

Sati Racî nivîskar û rexnegirê iraqî ye, bawernameya bekaloryês (lîsans) a sosyolojiya di fakulteya wêjeyê ya zanîngeha Bexda sala 1995’an de wergirtiye. Çîrok, rexne, lêkolînên fikrî û gotarên siyasî dinivîse.

(fr)

ANHA