​​​​​​​Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî li hev civiyan

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)  Mesûd Barzanî  û Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Pîrmamê civiyan.

​​​​​​​Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî li hev civiyan
4 tebax, 2022   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civînê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên jî amade bûn.

Li gorî daxuyaniya Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), di civînê de guftûgo li ser rewşa niha ya Iraqê  û pêşkevtinan hat kirin. Di vê çarçoveyê de ji bo yekxistina nav mala Kurd biryar  ji bo yekhelwestiya hêzên siyasî yên Kurdistanî ya li beramber astengiyan ku rûbirû Iraq û Başûrê Kurdistanê bûne kar were kirin û bi vê armancê civîn berdewam bikin hat dayîn.

Lê, ji berî niha têkildarî namzetiya serokkomartiya Iraqê civiya bûn, lê negihîştibûn ti lihevkirinê. Ji bo namzetiya serokkomariya Iraqê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) namzetên xwe yên cuda destnîşan kirine.