Birîndarên êrişa li Til Rifetê: Ji bilî Efrînê em naçin tu cihî

Zarokên ku di bomebebarana dewleta Tirk a dagirker li Til Rilfetê birîndar bûne û malbatên wan gotin: "Dewleta Tirk her çiqasî hovîtiya xwe zêde bike nikare vîna me bişkîne. Derketina me wê ber bi Efrînê ve be."

Birîndarên êrişa li Til Rifetê: Ji bilî Efrînê em naçin tu cihî
4 tebax, 2022   17:16
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN –XANDÎ ELO

Di saetên piştî nîvro de droneke dewleta Tirk a dagirker komîna 16'an a navçeya Til Rifetê bombebaran kir. Di encamê de 9 kes, di nav de 6 zarok birîndar bûn. Navê birîndaran ev in Dîna Osman (6), Mehmûd Xerîb Mamo (6), Hisên Cemal Qasim (7), Êvlîn Ebdurehman Heyder (13),Orîvan Mihemed Ebdo (15), Ronahî Silo (27), Hisên Beyrem Elîko (43), Sebah Henan Hemo (10) û Arziya Ehmed Reşo (23).

Li gorî xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Avrîn, rewşa Mehmûd Xerîb Mamo yê di serî xwe de birîndar bûye, giran e û ew rakirin nexweşxaneyên Helebê.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku di 2'ê Kanûna 2019'an de li heman kolanê komkujiyek hat kirin, di encamê de 10 kes, di nav de 8 zarok şehîd bûn.

ANHA'yê xwe gihand cihê êrişê û nêrînên zarokên birîndar û malbatên wan girt.

Êvlîn Heyder: Ez li mal bûn, hevala min got em biçin dondurma bixwîn, di rê de nêzî me teqîneke xurt çêbû, ez li ser hişê xwe çûm. Tiştek nayê bîra min, kesekî ez rakirim nexweşxaneya Til Rifetê.

Dayika Êvlîn Heyder, Meryem Mûsa: Rojane Til Rifetê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê topbarankirin. Ji ber topbaranê keça min û hinek zarokên din birîndar bûn. Ma van zarokan çi guneh kirine ku werin hedefkirin û bimirin . Dema teqîn çêbû em di mal de bûn, bi lez em çûn cihê teqînê û me dît ku zarok birîndar bûne. Bila dagirker bizanibe ku her çiqasî hovîtiya xwe zêde bikin ji bilî çûna Efrînê em naçin cihekî din.

Cafer Mihemed bavê zarok Arif Mihemed ê ku sala 2019'an di komkujiya Til Rifetê de şehîd bûbû: Em ji Til Rifetê dernakevin, berdêl çi dibe bila bibe me xeta berxwedanê hilbijartiye. Artêşa Tirk idîa dike ku nuqteyên leşkerî dike hedef, lê hemû topên wê bi ser malên welatiyan dibarin.

Fatima Betal: Ji ber topbaranê, zarok ji mafên xwe yên herî biçûk bêpar mane, ditirsin ku derkevin kolanan û bilîzin. Em bang dikin ku dagirkeran ji xaka me derxînin. Mafê dagirkeran tune ye ku li ser xaka me bînin. Me rojekê xeterî li ser dewlata Tirk çênekiriye.

Hisên Eklo yê birîndar: Beriya sê salan komkujiyek pêk anîn, di encamê de 10 kes di nav de 8 zarok şehîd bûn. Keça min jî birîndar bû û êdî bi çavekî tenê dibîne. Îro jî li heman cihî dan û ez birîndar bûm.

ANHA