Çalakiya konvedanê ya Saziya Olî ya Reqayê bi dawî bû

Çalakiya konvendê ya li Reqayê ya ku ji aliyê Saziya Olî ve hat organîzekirin bi dawî bû. Di çalakiyê de banga derxistina hêzên dagirker ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin û hevgirtina pêkhateyên herêmê hate silavkirin.

Çalakiya konvedanê ya Saziya Olî ya Reqayê bi dawî bû
4 tebax, 2022   14:49
REQA

Saziya Olî ya Reqayê, bi sponseriya Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, duh konê çalakiyê li qada navenda çandê ya başûrê çerxerêya Saetê veda. Çalakî di roja duyemîn de bi dawî bû.

Di roja duyemîn a çalakiyê de endamê rêveber ê nivîsgeha navçeya Kerama yê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Hidî axivî. Îbrahîm El-Hidî diyar kir ku gelên herêmên bi QSD'ê re ne û bang li gel kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker a ku hewl dide projeya osmanî zindî bike, bisekinin.

Bi navê Kongreya Îslama Demokratîk a şaxê Kobanê, Wehîda Sofiya axivî, bang li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku erkên xwe bic cih bînin, sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên wê bigirin.

Şêx Ednan Elêwî bi navê Weqfeya Al El-Beyt a Tebqayê wiha anî ziman: “Îslam dagirkirin, kuştin û koçberkirina gelekî ferz nekiriye, îro jî Tirkiyê ku qaşo musilman e lê gotinên wê ne wek kiryarên wê ne, ew bi hemû cureyan şerê me dike.”

Di axaftinan de banga hevgirtinê li gelê herêmê hate kirin û piştgiriya bi QSD û Rêveberiya Xweser re hate nîşandan.

Piştre, endama rêveber a Nivîgeha Jinan a Saziya Olî ya Reqayê, Aya Mihemed wiha axivî: “Me ev kon vegirt da ku destnîşan bikin ku em li kêleka hêz û rêveberiya xwe ne ku xaka me ji terorê rizgar kir. Em bang li dewletên musliman û demokratîk dikin ku li kêleka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.”

Çalakî bi daxuyniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Saziya Karûbarên Olî ya herêma Firatê, Şêx Ehmed Arûnî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Çalakiya me mîna yek dil, yek deng, yek beden û yek nêrîn e. Pêkhateyên cûda yên gel di xendaqa berxwedanê de ne."

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, israra wê ya koçberkirina şêniyan û guhertina demgorafîk, her wiha sûcên wê yên li dijî jinan û komkujiya li Zaxoyê hatin şermezarkirin

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê rawestînin û qada hewayî bigirin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li dewletên Erebî û Komkara Erebî û Yekitiya Zanyarên Musilman hate kirin ku li hember destwerdan û binpêkirinên dagirkeriya Tirk bibin xwedî helwest.

(mh)

ANHA