Li Hecînê qurbaniyên fermana Şengalê hatin bibîranîn

Meclisa Gel û Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê bi du daxuyaniyên cuda êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û qurbaniyên fermana Şengalê , bi bîr anîn. Her wiha banga hesabxwestina ji sûcdaran û piştevanên wan kir.

Li Hecînê qurbaniyên fermana Şengalê hatin bibîranîn
4 tebax, 2022   13:58
DÊRAZOR

Daxuyaniya Meclisa Gel a Hecînê li pêşiya avahiya Meclisa Herêma Rojhilat a bajarokê Hecînê ji aliyê hevserokê meclisê ve Selah El-Selman ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Meclisa Gel a Herêma Hecîn û Gundewarê wê, meclisên herêmî yên xeta rojhilat û hemû saziyên wê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin ku di çarçoveya siyaseta wê têkbirina gelê me û desteserkirina xêr û bêra welatê me de têne kirin. Êrişên domdar ên li ser gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide diyarkirin ku komployeke eşkere bi hevkariya hin dewletan li ser gelê me tê kirin. Ji gelê me re bêcidiyetiya dewletên zilhêz di pêkanîna erkên xwe yên parastina pêkhateyên gelên me de eşkere dibe ku ev ji aliyê hikumeta Erdogan a faşîst ve tê hedefgiritin.''

Di berdewama daxuyaniyê de qurbaniyên fermana Şengal hatin bibîranîn û wiha hat gotin: "Ev êrişên domdar nîşaneya bêxemiya civata navneteweyî û nepêkanîna erkên xwe yên li hemberî gelê me ye.

Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî van sûcan hat şermezarkirin û bang li cîhana azad û civata navneteweyî hat kirin ku êrişên li dijî sivîlan; zarok, jin û kesên bi temen rawestînin. Meclisê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê Rakan Firêh daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de 8 Komkujiya Şengalê ya 3`yê Tebaxa 2014`an ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî civaka Êzidî pêk anîbû, hate şermezarkirin û şehîdên wê hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev komkujî bi desteka dewleta Tirk a dagirkr û hevkariya hin aliyên herêmî hate kirin û wiha hate domandin: "Armanc ji vê komkujiyê ew e ku bi rêya hedefirina êzidiyan koka resen a gelê Kurd rakin."

Di daxuyaiyê banga hesebxwestinê ji berpirsên vê komkujiyê re hate kirin û ev tiş hate gotin: "Pêwîst e Iraq û civata navneteweyî rêzê ji vîna êzidiyan re bigire û parastina nasnameya wê  bikin, her wiha destekê bide wan ku xwe bi rêxistin bikin û careke din komkujiyên wiha li dijî wan pêk neyê.''

Di dawiya daxuyaniyê de bang li cîhanê hate kirin ku edaletê pêk bînin û parastina Şengalê bikin.

(eh)

ANHA