​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê erebeyeke artêşa Tirk li Idlibê kir hedef

Rojekê beriya civîna serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, hêzên hikumeta Şamê yekser erebeyeke artêşa Tirk a dagirker li rojhilatê Idlibê kir hedef.

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê erebeyeke artêşa Tirk li Idlibê kir hedef
4 tebax, 2022   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi awayekî yekser erebeyeke artêşa dewleta Tirk a dagirker li nêzî Afis a rojhilatê Idlibê kir armanc. Lê heta niha tu agahiyên li ser birîndar û windahiyan bi dest neketine.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê derdora gundê Mikilbîs ê rojavayê Helebê hemwextî gera balafirên şer ên Rûsyayê li “herêma bêçek" topbaran kir.

(fr)