Li Amûdê merasîma xiyabî ya şehîd Delîl Welat

Li Amûdê merasîma xiyabî ya gerîlayê HPG’ê Hesen Bozo (Delîl Welat) ku di encama êrişeke balafirên artêşa Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de di 19’ê Îlona 2019’an şehîd bûbû, hate lidarxistin.

Li Amûdê merasîma xiyabî ya şehîd Delîl Welat
4 tebax, 2022   12:06
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê ya Qamişlo merasîmeke xiyabî ya gerîlayê HPG’ê Delîl Welat li pêş mala wî ya li navçeyê li dar xist.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên Qamişlo, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê amade bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ziyor Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Keç û xortên me şerê dijminê gelan kir, ne tenê şerê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kir. Ji bo rizgariya gelê Kurdistanê berê xwe dan eniyên şer û tev li şoreşê bûn.”

Mihemed wiha domand: "Ruxmî dewleta Tirk a dagirker tevahî çekên giran û qedexe bi kar tîne, lê lehengên me di têkoşîn û berxwedanê de heta gihaştin şehadetê jî li ber xwe dan. Mîna şehîd Delîl Welat. Îro jî bi hezaran şervanên me têkoşînê bilind dikin da ku azad bijîn. Bila her kes bizane ku hêza gelê Kurd, têkoşîn û berxwedana wî ya di hundirê girtîgehan de jî, ji fikirên rêber Abdullah Ocalan e. Em bawer in ku tevahî hêzên me bi hemû pêkhateyên xwe dê bi ser bikevin û dê Kurdistanê azad ava bikin. Em Meclisa Malbatên Şehîdan dê têkoşîna xwe li ser vî esasî bilind bikin."

Endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Şîlan Ehmed jî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Têrê nake ku em bêjin em li ser şopa şehîdan in, lê çawaniya şopandinê jî di têkoşînê de girîng e. Hêzên me yên leşkerî bûn piştevanê avakirina vê şoreşê û şehîd Delîl Welat jî yek ji damezirînerê vê şoreşê bû."

Şîlan Ehmed wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî Bakurê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Bi hezaran keç û xortên me bersivê didin van êrişên bêexlaqî. Ji lew re divê em desteka xwe ji vê têkoşînê re geş bikin."

Şîlan Ehmed bang li gel kir ku têkoşînê bilind bikin û li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê bisekinin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA