Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê bermahiyên hewanan ên DAIŞ`ê rakirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê gelek bermahiyên hewanan ên çeteyên DAIŞ`ê rakirin û bang li gel kir ku dema madeyên xerîb bibînin, yekser agahiyê bidin wan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê bermahiyên hewanan ên DAIŞ`ê rakirin
4 tebax, 2022   09:18
NAVENA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: "Çarşemê (3 Tebax) hêzên me hin bermahiyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li bajarê Reqayê rakirin.

Piştî ku ji hêzên me raporek li ser hebûna tiştên xerîb li herêma çerxerêya El-Berazî wergirt, tevî Tîmên Endezyariyê bi lez li cihê bûyerê amade bûn, hêzên me ji bo parastina ewlehiya welatiyan dest bi danîna dorpêça ewlehiyê kir û welatî ji wir derxistin.

Tîma Endezyariyê lêkolîn li ser tiştên gumanbar kirin û hat xuyakirin ku ew bermahiyên topên hewanê yên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ne û bêyî ku tu ziyan çêbe ew bermahî hatin rakirin.

Em bang li welatiyan dikin ku ji bo parastina ewlekariya gelê xwe, dema tiştên gumanbar dibîni ji navenda herî nêz a hêzên me re ragihînin."