Komîteyên tenduristî, şaredarî, aborî û parastinê amadekariyan temam dikin

Komîteyên tenduristî, şaredarî, aborî û parastin ên kantona Qamişlo di çarçoveya rewşa awarte ya li hemberî gefên dewleta Tirk  dagirker de amadekariyên xwe didomînin.

Komîteyên tenduristî, şaredarî, aborî û parastinê amadekariyan temam dikin
4 tebax, 2022   09:27
QAMIŞLO- EHMED SEMÎR

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, piştrî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî gefên dagirkirina herêmên din dixwe.

Li hemberî van gefan, tevahî saziyên Rêveberiya Xweser di hemû aliyan de amadekariyan dikin û tedîbaran digirin. Di vê çarçoveyê de xwarin û vexwarin ji bo demeke dirêj tên depokirin. Her wiha welatî li ser bikaranîna çekan tên perwerdekirin da ku xwe biparêzin. Di heman demê perwerdeyên li ser destwerdana lezgîn tên dayîn.

Têkildarî girîngiya xweparastinê, ji rêveberên Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya bajarê Qamişlo  Mihemed Îbrahîm anî ziman ku ji bo misogeriya hebûna gelan, parastin ji nav û avê girîngtir in û got, gelê ku xwe bi rêxistin neke nikare nirx û hebûna xwe biparêze û îrade û hêza teslîmî dijmin dike.

Têkildarî rewşa awarte ku Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ragihandiye, Îbrahîm diyar kir ku rojekê jî gef ranewestiyane û wiha domand: "Ji ber vê yekê ji destpêka Şoreşa Rojava ve ku çirûska wê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, me xwe bi rêxistin kir, gel di aliyê leşkerî de perwerde kir da ku karibe li hember dijmin bisekine."

Îbrahîm destnîşan kir ku dem hatiye ku civak erkên xwe bi cih bîne, nemaze piştî ragihandina rewşa awarte û zêdebûna êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Ji bo her rewşeke awarte ku dibe di kijan saetekê de çêbibe, amadekarî û rêxistin tên kirin.  Di civînên ku me li dar xistine de, me tedbîrên pêwîst girtin."

'GEL JI HER ŞEREKÎ RE AMADE YE'

Îbrahîm anî ziman ku ew moralê xwe ji gel digirin û wiha axaftina xwe domand: "Em erkan belav dikin. Berê jî me erk li gorî parastina tax û bajaran belav dikir. Niha jî em koman di hundirê bajar de amade dikin. Hinek kom dikarin li kêleka hêzên leşkerî li eniyên pêşî şer bikin, her wiha komên lojîstîk, îstîxbaratî û tenduristî hene. Herger êriş werin kirin her kes dizane wê çi bike û li ku derê kar bike. Li gorî sîstema ku hatiye amadekirin,  komên din hene ku dê li hemberî şerê taybet bisekinin."

Mihemed Îbrahîm bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li ber xwe bidin, çi dibe bila bibe dev ji gund û bajarên xwe bernedin û got: "Em bi gelên xwe re mewziyan amade dikin û xendeqan dikolin da ji her êrişekê re xwe biparêzin, me tevahî amadekarî bi dawî kirine û gel li hemberî her êrişekî amade ye."

Îbrahîm her wiha da zanîn ku gel gihaştiye wê baweriyê ku tu rêbazên din nine, an wê radestî dijmin bibe û koletiyê qebûl bike an jî wê li ber xwe bide, ji ber wê li hemberî her êrişekê wê li ber we bide.

Hevseroka Meclisa Şaredarî û Parastina Jîngehê ya Kantona Qamişlo Şermîn Şaqo jî diyar kir ku xebatên wan dewam dikin û got: "Berdewama xebata me nameyek ji dewleta Tirk re ye ku çiqasî gefan li me bixwe em karên xwe nasekinînin."

Şermîn Şaqo da zanîn ku tevahî amadekariyên wan ên ji bo parastina gel temam bûne û wiha domand: "Em di rojên dîrokî re derbas dibin, divê em layîqî wê bin û wefedarên soza xwe ya bi şehîdan re bin û tola wan hilînin û bi serkeftinê tacîdar bikin."

Derbarê erkan de, Şermîn Şaqo destnîşan kir ku ew ê avê û xizmetan ji şêniyan re peyda bikin, ji ber wê komîteyên awarte amade ne, di nav de taximên agirkujê ava kirine ku dê 24 saetan kar bikin.

Endamê rêveber ê Komîteya Aborî ya Kantona Qamişlo Ebdulxenî Omer îşaret pê kir ku biryara êrişê li ser Rojava heye, armanc jê avakirina dewletekê li ser hesabê xwîna gelan e û got: "Ji ber vê yekê wê ji Erdogan bê xwestin ku êrişê pêk bîne, komkujiyan li dijî gelê me pêk bîne da ku di hilbijartinên bê de bi ser bikeve."

Girêdayî tedbîrên ku komîteyê girtine, Omer da zanîn ku ew dixebitin da ku hemû pêwîstiyan ji madeyên xwarinê ji bo demeke dirêj depo bikin û wiha pê de çû: "Hemû komîteyên aborî amade ne. Civîn hatin lidarxistin, her komîteyek erk wergirtiye da ku heger rewşeke awarte derkeve pêwîstiyan ji şêniyan re dabîn bikin. Ji sedî, 70 heta 80 amadekarî temam bûne. Em hewl didin ku bi dawî bikin da ku heger çi êriş were kirin, amade bin."

Beriya demekê di meha Tîrmehê de, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li welatiyan kir ku perwerdeyên destwerdana lezgîn bibînin.

Têkildarî vê mijarê berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişlo Rojîn Ehmed daxuyand ku di dirêjahiya salên şoreşê de di rewşeke awarte de dijîn.

Rojîn Ehmed diyar kir ku di çarçoveya rewşa awarte de li seranserî bajaran tîmên awarte hatine amadekirin, navendên tenduristiyê hatin vekirin û got: "Endamên me perwerdeyên pêwîst girtine, her wiha şênî perwerdeyên destwerdana lezgîn dibin ku hîna berdewam in."

ANHA