​​​​​​​Saziyên Tebqayê banga hesabxwestinê ji berpirsên fermana li Şengalê kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, Kombûna Jinan a Zanûbiya û Meclisa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyên cûda fermana 3'yê Tebaxê ya li dijî êzidiyan şermezar kir ku banga hesabxwestinê ji berpirsên fermanê kir.

​​​​​​​Saziyên Tebqayê banga hesabxwestinê ji berpirsên fermana li Şengalê kir
3 tebax, 2022   14:19
TEBQA

Bi dehan nûnerên komîte û nivîsgehên jinan ên Tebqayê li ber burca li taxa duyemîn a Tebqayê kom bûm û daxuyanî da. Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku fermana li ser Şengalê di nava bêdengiya navneteweyî de û bi komployekê ji aliyê dewleta Tirk ve û îxaneta PDK'ê ve hate kirin.

Her wiha hate gotin: "Hîna dewleta Tirk û çeteyên wê hemû cure tundî û zilmê li ser gelên Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriya û Iraqê bi taybet dimeşîne. Şer, siyasetên wêrankirinê yên bi plan li dijî gelên herêmê yên azadîxwaz û xwediyên îradeya azad pêk bîne."

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di dawiyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bîne û dawî li zêdegaviyên dewleta Tirk bîne.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê li goristana şehîdan daxuyanî da. Cigîrê hevserokatiya meclisê Mûsa Temir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê fermana li ser Şengalê ya 3'yê Tebaxa 2014'an û kesên ku destê wan tê de hene hatin şermezarkirin û hate gotin: "Armanc ji vê fermanê ew e ku koka resen a gelê Kurd bi rêya hedekirina êzidiyan, rakin."

Di daxuyaniyê de her wiha ferman wekî şermeke li eniya mirovhaiyê hate bi navkirin û bang li civata navneteweyî hat kirin ku berpirsên vê komkujiyê û kesên ku destek dane DAIŞ'ê muhasebe bikin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jî bi heman armancê daxuyanî da. Endama rêveber a kombûnê Hîba El-Henefî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, fermana 3'yê Tebaxa 2014'an berdewama fermanên bi armanca qirkirina êzidiyan û tunekirina çand û dîroka wan e.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Yên ku bang bersivandin û bi hawara gel ve çûn, şervanên YPG û YPJ'ê bûn ku bi destanên lehengiyê gel parast û rêxistina terorîst têk birin û herêmn dagirkirî rizgar kirin."

Di daxuyaniyê hemû şehîdên fermanê û şehîdên rizgarkirina Şengalê hatin bibîranîn û hate gotin: " Xwîna we ya pak dê dîroka gelê we û têkoşîna wê ya azad a li hemberî rêxistinên herî tundraw binivisîne."

Di daxuyaiy de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku sûcên AKP'ê bişopîne û hesab jê bixwaze.

Di daxuyaniyê de soza şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirinê hate dayîn.

ANHA