​​​​​​​Hevbendiya Nada banga naskirina fermana 3'yê Tebaxê li NY'yê kir

Hevbendiya Nada fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku fermanê û qirkirina jinên li Şengal nas bike.

​​​​​​​Hevbendiya Nada banga naskirina fermana 3'yê Tebaxê li NY'yê kir
3 tebax, 2022   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 8'an a fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê ku çeteyên DAIŞ'ê pêk anîbû, Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (Nada) daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi hatina salvegera heyştemîn a roja reş a komkujiya Şengalê re, em dibînin ku û hovîtiya li hemberî jinên azadîxwaz zêdetir dibin, di nava hewldanan da ne da ku îradeya jinan bişkînin û mafên wan biçewisînin. Tevî ku 8 sal di ser qirkirina komî û qirkirina jinan re derbas bûn ku 3'yê Tebaxa 2014'an li Şengalê pêk anîbûn, lê hîna berpirsên vê qirkirinê li ser erdê gendelî û wêrankirinê dikin bêyî ku hesab ji wan were xwestin. Mebesta li vir rêxistina DAIŞ a terorist û hemû kesên ku destek dane wê û zemîna pêkanîna vê qirkirinê jê re amade kirine ne. Ji ber ku heta roja me ya îro hesabxwestin pêk nehatiye, lê bê navber hewldanên zindîkirina rêxistinên tundrawî yên xwedî meyla îslama siyasî  têne kirin. Em li pêşberî karesateke rasteqîn in ku sedema wê zihniyeta baviksalarî ye. Ji Efganistan heta Yemenê, ji Filistîn heta beyara rojava, ji Iraq heta Sûriyê, Yemen û Lîbyayê qirkirina jinan, nemaze yên pêşeng tên kirin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên pêşeng ên fermandar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin û wiha hate domandin: "Di van demên dawî de êrişên li dijî jinên pêşeng ên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn, mîna hedefkirina fermandar Jiyan Tolhildan û hevalên wê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn . Bi van êrişan dixwazin tolê hilînin ji ber ku van jinan şerê terora DAIŞ'ê kirin. Heman tişt ji bo jinên Êzidî ye ku toz li ser xwe rakirin û ji hemû qirkirinên komî yên ku di dîrokê de li ser wan derbas bûne, ders girtin. Jinên  Êzidî cara yekemîn xwe bi rêxistin kirin û xwe spartin hêza xwe ya xweser û derfetên xwe yên xweser. Ji ber vê yekê hewldanên têkbirina destkeftiyên wan têne kirin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser kiryarên dewleta Tirk a faşîst û piştgiriya wê ya bi DAIŞ'ê re û wiha hate domandin: "Dewleta Tirk nûnerê tevgera îslama siyasî ya tundraw e, ku Erdogan bavê wê yê ruhî ye. Her du alî çi li Şengalê be an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Misir, an Tundis an Lîbya yan jî Iraqê be di nava hewldanan de ne da ku îradeya jinan têk bibin."

Hevbendiya Neda qirkirinên komî û komkujiyên li dijî jinên Êzidî, êrişên li ser fermandarên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Doza jinên Êzidî doza me ye û doza hemû jinên têkoşer e. Em dibînin ku hemû jinên ku şerê DAIŞ'ê kirine li şûna me û li şûna tevahî cîhanê şer kirine. Her şoreşek azadiya jinan beşek ji mîrateya me ya têkoşîna kevnar e ku teqez wê bi serkeftinê tacîdar bibe."

Hevbendiyê bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku li hemberî gef û binpêkirinên Tirkiyê ji bêdengiya xwe derkevin û erkên xwe bi cih bînin û berpirsên terorê û qirkirina jinan muhasebe bikin.

Hevbendiya Nada her wiha bang li rêxistinên navneteweyî, di serî de Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Lahay kir ku fermana Şengalê û qirkirina jinên Êzidî nas bike û hate gotin: "Ji ber ku sûcekî şer û sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Dewleta Tirk dewleteke dagirkirine, divê qada hewayî li ber wê were girtin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em bang li rêxistin û tevgerên jinan dikin ku ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ji pencên DAIŞ a terorîst , bi me re kar bikin destekê bidin şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ku ev şoreş di nava aloziyan de ku hewl dide li ser me bê ferzkirin, finda hêviyê ye ."