Şêniyên Dêrikê şehîd Hêwa Baran ber bi Başûrê ve oxir kirin

Bi sedan şêniyên Dêrikê tevî cenazeyê şervanê QSD’ê Hebeş Banîşarî (Hêwa Baran) berê xwe da deriyê Sêmalka da ku cenaze veguhêzin Başûrê Kurdistanê û li bajarê wî Silêmaniyê bê veşartin.

Şêniyên Dêrikê şehîd Hêwa Baran ber bi Başûrê ve oxir kirin
3 tebax, 2022   11:54
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê, herêmên Koçerat û Beravê li pêş Nexweşxaneya Şehîd Hogir a li navçeyê kom bûn, da ku cenazeyê şehîd Hêwa Baran ku duh li Kobanê şehîd bûbû, oxir bikin. Dûvre cenaze veguhêzin deriyê Sêmalka da ku li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê were veşartin.

Tevî cenazeyê Hêwa Baran bi dehan erebeyan berê xwe da deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de.

Li qada deriyê Sêmalka malbata şehîd Hêwa Baran şênî pêşwaz kir. Li wir endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyên QSD’ê Xalid Dara axivî û soz da tevahî şehîdan ku têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, bilind bikin.

Dara da zanîn ku QSD’ê û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi soza ku li ser şopa şehîdan bimeşin heta armancên wan pêk bînin û destkeftiyên wan biparêzin ve girêdayî ne.

Li aliyekî din jî dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa axivî û wiha got: "Rojava û Başûrê Kurdistanê dê şehîdekî din ku di oxira jiyaneke bi rûmet û azad de xwe feda kir, oxir bike."

Sûad wiha domand: "Dijmin bi parçekirina Kurdistanê hewl da Kurdan parçe bike, maf, azadî û vîna wan jî tune bike. Lê fikr û felsefeya rêber Ocalan Kurdistan ji nû ve kir yek û hemû nrix û mafên Kurdan ku dewletên dagirkerên Kurdistanê jê standine parast, her wiha mafên hemû gelên Kurdistanê bêyî cudahî parast."

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Ehmed wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Hevrêyên şehîd cenazeyê wî rakirin û ber bi deriyê Sêmalka ve çû, da ku veguhêzin Başûrê Kurdistanê û li Silêmaniyê bispêrin axê.

(fr)

ANHA