Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em ê li dijî Tirkiyê û DAIŞ`ê li ber xwe bidin

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya destekdayîna çeteyên DAIŞ’ê ku komkujiyên li dijî êzidiyan pêk bîne û hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hewl dide vînagelên hevgirtî têk bibe û got: "Em ê li ber xwe bidin û li hember her kesê hewl bide şoreşa me têk bibe bibin mertalên xurt."

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em ê li dijî Tirkiyê û DAIŞ`ê li ber xwe bidin
3 tebax, 2022   12:09
MINBIC

Îro 3`yê Tebaxê ye ku di vê rojê de çeteyên DAIŞ`ê di 2014`an de li dijî êzidiyên li Şengalê komkujî pêk anî, di encama wê de jî bi hezaran jin, zarok û şêx şehîd bûn û bi hezaran jinên êzidî hatin revandin û firotin, heta niha jî çarenûsa bi hezaran ji wan ne diyar e.

Têkildarî mijarê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê daxuyaniyek da. Endama Nivîsgehê Rabie Bekro bi beşdariya endamên saziyên jinan ên li bajêr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di vê serdemê de, li Rojhilata Navîn gelek şoreş û serhildan pêk hatin û gelan banga hilweşandina rejêmên desthilat kir û banga azadiyê kir, her wiha li hin herêman jî şer derket û niştecihên wan jî bi qetilkirin û qirkirinê re rû bi rû ma.

Di daxuyaniyê de hate gotin di vê rojê de, di 2014`an de rêxistina DAIŞ a terorîst êrişî kurdên êzidî yên li Şengalê kir, bi hezaran ji wan qetil kir û bi hezaran jin li Sûriyê û Iraqê firotin ku êdî aqil vê yekê tehmûl nake.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev ne komkujiya yekemîn e ku kurdên êzidî pê re rû bi rû ne, beriya wê jî bi dehan komkujî pêk hatine û di dirêjahiya dîrokê de nasname û hebûna wan kirine armanc.

Di daxuyaniya kombûnê de hate diyarkirin ku hin dewletan piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê kir, di serî de dewleta Tirk, ji ber ku dîroka wê tijî komkujî û qirkirinên li dijî gel e.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku heta niha dewleta Tirk a dagirker pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkoşer û fermandarên wan dike armanc, bi wê re hewl dide armancên xwe mîsoger bike û vîna gelê azad têk bibe, lê dîsa jî ne êzidiyan ne jî pêkhateyan herêmên navborî xeta berxwedanê bernedan û parastina xaka xwe kir.

Di dawiyê de Kombûna Jinan a Zenûbiya kiryarên terorîst ên dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk şermezar kirin û got: "Em ê li ber xwe bidin û li hember her kesê hewl bide şoreşa me têk bibe, bibin mertalên xurt."

(eh)

ANHA