DYA’yê firotina pergalên parastina hewayî ji Erebistana Siûdî û Îmaratê re pejirand

Piştî serdana Biden ji herêmê re, DYA’yê firotina muhtemel a pergala parastina hewayî ya THAAD ji Îmaratê re û moşekên Patriot ji Erebistana Siûdî re bi nirxê 5.3 milyar dolarî pejirand.

DYA’yê firotina pergalên parastina hewayî ji Erebistana Siûdî û Îmaratê re pejirand
3 tebax, 2022   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Wezareta Karên Derve firotina muhtemel a pergala parastina hewayî THAAD ji Îmaratê re û pergala moşekên Patriot ji Erebistana Siûdî re bi du peymanên cuda bi nirxê 5.3 milyar dolarî, pejirandiye.

Serokê DYA’yê Joe Biden hêvî dikir ku bigihêje rêkeftinekê ji bo zêdekirina berhemanîna petrolê bi armanca daxistina nirxê wê piştî ku rêjeya enflasyonê li Amerîkayê gihîşt asta herî bilind di 40 salên dawîn de.