PYD: Jenosîda li dijî gelê me yê êzidî li dijî tevahî gelê Kurd e

PYD`ê qurbaniyên komkujiya Şengalê ya 2014`an bi bîr anîn û soza parastina hebûn, mafên demokratîk ên gelê êzidî, tevahiya gelê Kurd û hevalbendên wan ên li welêt da.

PYD: Jenosîda li dijî gelê me yê êzidî li dijî tevahî gelê Kurd e
3 tebax, 2022   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê qurbaniyên Fermana 74’an a li dijî êzidiyên Şengalê bi bîr anîn.

PYD`ê di daxuyaniyê de ev destnîşan kir: "Em salvegera 8`an a Fermana 74`an a li djiî êzidiyên li Şengalê bi bîr tînin ku di encama lihevkirineke navneteweyî û di çarçoveya xêzkirina nexşeya Rojhilata Navîn de ku cihê Kurdan li ser xwesteka faşîzma Tirk tê de tune ye, pêk hatiye. Faşîzma Tirk ku di jenosîd û bikaranîna hêzên cîhadîst û DAIŞ`ê de lîstikvana mezin bû û ev fersend bi kar anî ku gelê Kurd ji koka wan a dîrokî ya li Şengal, Nînova û Rojava û li seranserê Kurdistanê jî qir bike."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Bûyerên li Şengalê pêk hatin, ji bo qirkirina etnîk a gelê êzidî bûn ku di sedsala 21`emîn de aqilê mirovan ranake. Plan ew bû ku Şengal û tevahiya herêmê ji gelê Kurd bê valakirin pê re jî demografiya wê li gorî timayên hêzên hegemon û hevalbendên wê yên li herêmê biguherîne. Ruxmî vê yekê bi saya rêxistinkirina gelê Şengalê û hêzên parastinê û bi piştgiriya hêzên bi hawara Şengalê de çûn, ev plan û komplo bi bin ketin. Lê dîsa jî bandor û şopên wê heta roja îro dewam dike, ji ber ku bi hezaran kes winda ne û bi hezaran li kampan e û ji vegera li war û gundên xwe yên li Şengalê bê par in.

Trajediya Şengalê bû sedem ku gelê me yê êzidî baweriya xwe xurttir bike û hêza xwe ya parastinê û saziyên xwe ava bike. Di nav de rêveberiya xwe ya xweser ku li gorî têgeh û pîvanên demê ye, lê hêzên bi piştgiriya ajandeyên xwe dijbertiya hebûna gelê Kurd dikin hîn jî hewl didin destkeftiyên gelê Şengalê tune bikin. Vegera penaberan qedexe dike û êrişî wan û fermandarên wan dike, her wiha bi hemû rêbazan tevliheviyê derdixin ku welatê xwe biterikînin. Planên qirkirinê yên faşîzma Tirk hîn jî bi alîkariya hevalbendên wê dewam dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Giştî ya PYD`ê da zanîn ku qirkirina etnîk a li dijî gelê êzidî di çarçoveya qirkirina tevahî gelê Kurd de pêk hatiye ku ji sedsala 20`emîn ve dest pê kir û hîn dewam dike. Lê di wê baweriyê de ne ku ew ê gelê Kurdistanê xwe biparêze.

(eh)