​​​​​​​Tevgera Azadî: Parastina Şengalê erkekî exlaqî û wijdanî ye

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) piştgiriya xwe ya ji bo civaka Êzidî ragihand û diyar kir wê li dijî her planekî li ser civaka Êzidî be.

​​​​​​​Tevgera Azadî: Parastina Şengalê erkekî exlaqî û wijdanî ye
2 tebax, 2022   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi boneya 8’emîn salvegera êrişên 3’yê Tebaxê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ew karasat di demekê de bû ku dirandeyên DAIŞ’ê di êrişan de bûn û îhtimala êrişa li ser êzidiyan hebû. Lê, ew hêzên PDK û Artêşa Iraqê ku dehan hezar bûn erka wan bû Şengalê û herêmê biparêzin, lê bêyî ti parastinê bikin revîn.

Bi hêza cewherî ya kur û keçên YBŞ û YJŞ’ê êzidiyan hebûn, çand, jiyana azad a xwe diparêzin. Li ser xak û warê xwe yê pîroz Meclisa Rêveber a xwe ava kirine û rê nadin careke din komkujî vegere.

Niha 8 sal li ser fermanê re derbas dibe û DAIŞ şikestiye. Hêzên ku revin PDK û beşek ji Artêşa Iraqê û Tirkiyeya dagirker planên xwe berdewam dikin û dixwazin careke din Şengalê û êzidiyan bikin bi kole û bi zorê hikûmdariya wan bikin.

Îro xwerêveberî destkefteke, ne tenê ji bo êzidiyan, belku ji bo tevahiya Başûrê Kurdistanê û gelên pêwîstiyekî jiyanî ye. Ji bo tevahiya pirsgirêkan yekane rêya çareseriyê ye. Lewma piştgirî û parastina wê erkekî exlaqî û wijdanî ye.”

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) piştgiya xwe ya ji bo xwerêveberiya Şengalê diyar kir û ragihand li dijî hemû planên li ser civaka Êzidî bin û bang li hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz ên li Kurdistanê û cîhanê kir ku piştgiriya xwerêveberiya Şengalê bikin û rê nedin fermandek din li ser Şengalê pêk were.