​​​​​​​Li Eyn Îsayê şevbuhêrkeke helbestan

Bi dirûşmeta ''Bi tîpên xwe em ê bi ser kevin'', Komîteya Çandê ya kantona Girê Spî, şevbuhêrkeke helbestan li Eyn Îsayê li dar xist.

​​​​​​​Li Eyn Îsayê şevbuhêrkeke helbestan
​​​​​​​Li Eyn Îsayê şevbuhêrkeke helbestan
​​​​​​​Li Eyn Îsayê şevbuhêrkeke helbestan
​​​​​​​Li Eyn Îsayê şevbuhêrkeke helbestan
2 tebax, 2022   16:08
EYN ÎSA

Komîteya Çandê ya kantona Girê Spî şevbuhêrkeke helbestan li navçeya Eyn Îsayê li dar xist.

Di şevbuhêrka ku li hola civînan a navçeyê hatiye lidarxistin de bi dehan şênî û hezkeriyên çand û helbestan beşdar bûn.

Di şevbuhêrkê de helbestvan Mihemed Neîmî, Can Îbrahîm, Ayid Lafî û Mejdolîn Yûsif helbestên bi zimanên erebî û kurdî di xwendin.

Helbest li ser mijarên cuda yên berxwedan û girêdana bi xakê ve bûn.

 (mh)

ANHA