​​​​​​​Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê da zanîn ku tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk a faşîst li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, binpêkirina pîvanên hiqûqî ye û bang li tevahî gelên azadîxwaz kir ku di têkoşîna xwe de berdewam bikin.

​​​​​​​Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
2 tebax, 2022   12:52
KOBANÊ

Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şaxê Herêma Firatê bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Hevseroka TEV-DEM’ê ya herêma Firatê Hedle Hesen li pêş Qada Jina Azad a Kobanê bi beşdariya bi dehan endamên TEV-DEM’ê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Berdewama sûcên li dijî rêberê siyasî yê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk ve bi hewldana têkbirin, zextkirin û têkbirina wî ye û pêşî li gavên wî yên pêkanîna aştiyê û biratiya gelan bê girtin. Bi wê yekê hewl didin vîn û israra gelê Kurd û destkeftiyên pêk anîne, têk bibin.

Îşkencekirina mirov, îxanetkirin û pêkanîna zexta derûnî li dijî wî û mehrûmkirina ji mafên xwe yên herî hêsan dihêle rayedarên Tirkiyê bi sûcên li dijî mafên mirovan werin tawanbarkirin ku ev yek binpêkirina mafên mirovan û qanûnên navneteweyî yên mafên sivîl û siyasî ye.

Ev tecrîda ku dewleta Tirk a faşîst li ser rêber Ocalan pêk tîne, dûrî hemû pîvanên mafên mirovan e ku peymanên navneteweyî yên mafên mirovan diyar kirine.

Mijara tecrîda tund li ser rêber Ocalan ne tenê girêdayî gelê Kurd, lê belê girêdayî cîhana demokrat hemû ye, her wiha girêdayî gelên bi hesreta azadî, aştî, biratî û jiyana hevbeş e. Li kêleka wê têkildarî rêxistinên navneteweyî yên taybet bi mafên mirovan, mafên gelan û CPT ye.

Em Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê ya herêma Firatê cîhanê berpirsê tiştên di girtîgeha Îmraliyê de ji îşkenceya fîzîkî û derûnî li dijî rêber Ocalan pêk tê, dibînin, her wiha civata navneteweyî ku hîna li hember sûcên dewleta Tirk a faşîst li dijî gelan pêk tîne, berpirsyar dibînin.

Em bang li wijdana cîhana azad, rêxistinên sivîl û hiqûqî, di serî de NY, rêxistinên mafên mirovan û CPT’yê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin, ji ber tecrîda li ser rêber Ocalan tecrîda li dijî azadî û mirovahiyê ye.

Divê tevahî gelên bi hesreta azadî, aştî û jiyana hevbeş e di têkoşîna xwe ya li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan de berdewam bike û xebateke domdar ji bo zextkirina li ser raya giştî ya cîhanê pêk bîne, da ku doza rêber Ocalan bibe dozeke raya giştî, têkoşîn û çalakiyên xwe yên dijberî vê tecrîda tund berdewam bikin."

(fr)

ANHA