Li Idilbê endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin

Li bejahiya Idlibê endamekî hêzên hikumeta Şamê bi guleyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate kuştin. Li aliyekî din jî 3 welatiyên ku ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin hedefgirtin, birîndar bûn.

Li Idilbê endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin
2 tebax, 2022   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li derdora hirşa Kefer Nibul a Idlibê endamekê hêzên hikumeta Şamê bi guleya çeteyên "Fetih El-Mûbîn" hate kuştin.

Girêdayî mijarê hêzên hikumeta Şamê bi moşekan erebeyeke veguhestina ava vexwarinê li ser rêya navbera gundên Şenan û Dêr Sinbul ên çiyayê Zawiyê yê bejahiya Idlibê de hedef girt, di encamê de 3 welatî bi giranî birîndar bûn.

Duh jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya li derdora gundê Menare yê li herêma Sehil El-Xab a Hemayê hedef girtibû, di encamê de baregeh hati rûxandin kir û gelek leşker tê de birîndar bûn.

Di heman demê de balafireke şer a Rûsyayê li herêma qaşo "bêçek" geriya û li Kensefra yê Idlibê 2 êrişê pêk anîn.

(fr)