Li Siwêdayê termê endamekî koma Racî Felhût hat dîtin

Xelkê bajarê Siwêda yê başûrê Sûriyê termê endamekî berz ê koma Racî Felhût ku ser bi ewlehiya leşkerî ya hikumeta Şamê ve ye, dît.

Li Siwêdayê termê endamekî koma Racî Felhût hat dîtin
2 tebax, 2022   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku xelkê bajarê Siwêdayê termê endamekî berz ê koma "Racî Felhût" ku ji aliyê ewlehiya leşkerî ya hikûmeta Şamê ve tê destekkirin, dîtin. Beriya çend rojan ji bûyerê komên xwecihî bi ser mala wî de girtibûn û ew binçav kiribûn.

Li gorî SOHR`ê, çekdarên nenas termê wî avêtin çerxerêya El-Meşneqe ya li navenda bajarê Siwêdayê.