Alîgirên Çarçoveya Hemahengî hewl didin derbasî Herêma Kesk bibin

Piştî banga xwepêşandanê ya Çarçoveya Hemahengî ya Şîe, alîgirên wê jî li paytext Bexdayê dest bi xwepêşandanan kirin. Alîgirên Çarçoveya Hemahengî hewl didin ji Pira Hilawistî ya Bexdayê ve xwe bigihînin Herêma Kesk. Her wiha dibêjin armanca wan parastina dewlet, saziyên destûrî û proseya siyasî ye.

Alîgirên Çarçoveya Hemahengî hewl didin derbasî Herêma Kesk bibin
1 tebax, 2022   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bexdayê rewş her ku diçe aloztir dibe. Piştî ku duh Çarçoveya Hemahengî ya Şîe banga xwepêşandanê li alîgirên xwe kir, vê êvarê alîgirên Çarçoveya Hemahengî jî daketin kolanan û li derdora Herêma Kesk a Bexdayê kom dibin.

Alîgirên Çarçoveya Hemahengî hewl didin barîkatên betonê yên li derdora Herêma Kesk rakin û derbasî nava Herêma Kesk bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye piştî banga serokê Eniya Sedr, Muqteda El Sedr, ji 30’ê Tîrmehê ve bi hezaran alîgirên Sedr daketin kolanan û ketin avahiya Parlamentoya Iraqê. Ji wê rojê ve alîgirên Sedr di nava parlamentoyê de ne.

Li aliyê din Wezîrê Sedr Salih Mihemed Iraqî jî daxuyaniyek belavkiribû û ragihandibû: “Daxwaz ji aligirên Tevgera Sedir dikim ku ji bilî parêzgeha Necef dakevin hemû kolanên parêzgehên Iraqê. saet Di 17:00’an de dakevin kolanan û xwepêşandan li darbixin.”