CPT: Êrişa li Ranya ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatî

Komên Aştiyê yên Xirîstiyan (Chrîstîan Peacemaker Teams-CPT), ragihand ku di 1’ê Tebaxê de li Ranyayê êrişek li dijî wesayîtekê hatibû kirin, ev êriş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatiye.

CPT: Êrişa li Ranya ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatî
1 tebax, 2022   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

CPT’ê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Ranyayê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Li ser rêya Çarqûrne-Ranyayê dewleta Tirk bi balafirên bê mirov û biçek êrişî wesayîtekê kir û di encamê de kesek 25 salî birîndar bû.”

Her wiha CPT’ê anî ziman ku li gorî îfadeyên şahidan, di êrişê de kesekî din jî birîndar bûye lê aqûbeta wî nayê zanîn.

Dewleta Tirk a dagirker roja 20’ê Tîrmehê li gundê Perex ê turîstîk a Zaxoyê turîstên Ereb bomberan kiribû, di vê komkujiyê de yek jê pitik 9 kes hatin qetilkirin û 33 kes jî birîndar bûn.