Konê sersaxiya ji 3 şehîdan li rojava yê Dêrazorê hate vegirtin

Meclisên sivîl û leşkerî yên rojav yê Dêrazorê, îro, konê sersaxiyê ji bo şehîdan (Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan) vegirt ku di 22’ê Tîrmehê de şehîd bûne û soza meşa li ser şopa wan dan.

Konê sersaxiya ji 3 şehîdan li rojava yê Dêrazorê hate vegirtin
1 tebax, 2022   13:36
DÊRAZOR

Rûspî û serokeşîrên rojavayê Dêrazorê, endam û fermandarên QSD’ê, YPJ’ê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Ciwanan û nûnerên Meclisên Sivîl ên rojavayê Dêrazorê, tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Di destpêka merasîmê de bi navê YPJ’ê, fermandar Newroz Ehmed axivî û got: “Em sersaxî ji xwe û ji hemû malbatên şehîdan re bi şehadeta hevalên me Jiyan, Roj û Barîn dixwazin ku di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.”

Newroz Ehmed wiha domand: “Di vê rojê de em şehîd Jiyan bi kesayeta wê ya xurt, moralê wê yê bilind bi bîr tînin. Ew sembola berxwedana jinan û azadiya wan e.”

Newroz Ehmed wiha destnîşan kir: “Em wek YPJ’ê soz didin ku li ser şopa şehîdên xwe bin û xaka xwe û fikrê rêber Abdullah Ocalan ê ku jin ji zordestiyê azad kir, biparêzin.”

Piştre, bi navê Meclisên Malbatên Şehîdan, endama rêveber Rewa El-Ehmed wiha axivî: “Bi navê Meclisên Malbatên Şehîdan ên Dêrazorê, em êriş û topbarana dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim hedefgirtina sê fermandaran li Qamişlo, şermezar dikin.”

Rewa El-Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca dewleta Tirk têkbirina îradeya gelan e. Divê civata navneteweyî û hêzên garantor xwedî li erkê xwe derkevin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin da ku aramî li herêmê pêk were.”

Di dawiya merasîmê de beşdaran teqezî bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk, hat kirin.

(mh)

ANHA