Li Dirbêsiyê 22 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn

Di merasima bîranîna 22 şehîdan de, Meclisa Malbatên Şehîdan û fermandarên QSD'ê soza xwe nû kirin ku têkoşîna ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî bidomînin û dê destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriye bi saya fedekariyên şehîdan bi dest xistine biparêzin.

Li Dirbêsiyê 22 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 22 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 22 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 22 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 22 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 22 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn
1 tebax, 2022   10:42
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a naçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê îro 22 şehîdên ji navçeyê ku di mehên Hezîran û Tîrmehê di sal û cihên cuda yên Şoreşa Rojava û û di nav refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de şehîd bûbûn, bi merasimekê bi bîr anîn.

Merasîm li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê hate lidarxistin, bi dehan malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên Rêvberiya Xweser û nûnerên partiyên siyasî ya navçeyê beşdarê bûn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Edle Misto axivî û destnîşan kir ku şehîdan ji bo rizgarkirina herêmên xwe û ji bo jiyaneke azad û bi ewle, xwe feda kir.

Edle Misto diyar kir ku bi saya fedekariyên şehîdan, ew hene û ew ê rêya şehîdan bişopînin da ku herêmên dagirkirî rizgar bikin. Edle got: “Em soza xwe ya pêkanîna armancên şehîdên xwe, parastina destkeftiyên ku bi saya wan bi dest ketine, dubare dikin. Em ê heta dawî şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”

Edle Misto her wiha tekez kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyan û berxwedana wan dê hemû kesên ku hewl didin gelên herêmê tune bikin, werin têkbirin.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Umran Orkêş jî soza xwe ji malbatê Şehîdan re nû kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, rizgar bikin. Umran got: “Em ê heta pêkanîna armancên şehîdan têbikoşin. Em soz didin ku axa dagirkirî ya Bakur û Rojhilatê Sûriye rizgar bikin.”

Piştî axaftinan, li ser 22 şehîdên ji navçeyê yên di sal û cihên cuda şehîd bûne, sînevîzyonek hat pêşandan.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û azadiya rêber Ocalan, bi dawî bû.

(eh)

ANHA