Rojnameyên erebî: Parlamenterên fransî banga parastina Kurdan kir

Rojnameyên erebî yê vê sibehê derketine têkildarî bangên parlamanterên frasnî ji parastina bakurê Sûriyê, rewşa Iraqê û Sûdanê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Parlamenterên fransî banga parastina Kurdan kir
1 tebax, 2022   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

ALIYÊN FRANSAYÊ BANGA PARASTINA KURDÊN SÛRIYÊ DIKIN

Der barê rewşa Sûriyê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Nêzî sed parlamenterên Fransayê siyaseta şer a serokkomarê Tirk Recep Teyyip Erdogan li dijî Kurdên li bakurê Sûriyê dimeşîne, şermezar kirin û banga parastina wan li hêzên navneteweyî kirin. Ev yek di demekê de pêk tê ku li herêmên eniyên şer ên bakurê Sûriyê sewqiyat hene, ku çavdêr wekî destpêka oerasyoneke leşkerî ya muhtemel a dewleta Tirk dihesibînin.

Parlamenterên fransî bi daxuyaniyekê gotin, “Rûsya yê bi serkêşiya Vladimîr Pûtîn sûcên şer li Ukraynayê zêde dike, Recep Teyyip Erdogan jî planeke nû amade dike û hewl dide êrişeke din a xwîndar li dijî Kurdên li bakurê Sûriyê dest pê bike.”

Parlamenter, endamên Senatoyê yên komunîst, sosyalîst, ekolojîst, komarparêz û yên ji partiya serok Emmanuel Macron diyar kirin ku serokkomarê Tirk di şerê li Ukraynayê de endamtiya xwe ya di NATO`yê de bi kar tîne da ku NATO li ser zêdekirina êrişên li dijî bakurê Sûriyê erê bike.

Parlamanteran got, divê welatiyên rojavayî çavên xwe negirin û bang li dewletên endamên Yekitiya Ewropa (YE) kirin ku parastina çalakvan û komeleyên Kurdan ên li Ewropayê misoger bikin.

Her wiha bang li Feransayê kirin ji Konseya Ewlehiyê ya NY`yê daxwaza girtina qada hewayî ya bakurê Sûriyê bike û Kurdên Sûriyê bixe bin parastina navneteweyî. Her wiha banga naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê navneteweyî de kirin.

Enqere ku ji 2016`an ve li dijî Yekîneyên Parastina Gel ên kurdî ye ya ku şerê DAIŞ`ê kirin, dixwaze bi kûrahiya 30 km li ser sînorê xwe yê başûr "herêma ewle" ava bike.

Şîrovekarê siyasî Sedat Ergîn dibêje ku êrişeke nû li dijî Sûriyê dê rewşê bi rojavayiyan re aloztir bike û got, “Operasyona nû dê bi taybet bajarê Kobanê yê Kurdan hedef bigire, ku di 2015`an de bi serkeftina li dijî DAIŞ`ê bi nav û deng bû.”

GAVA SEDR YA DEMA PÊŞ NAYÊ PÊŞBÎNKIRIN

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewset ev nivîsand: "Ruxmî ku hevalbendên wî dest danîn ser avahiya parlamento, lê dîsa jî ne diyar e bê ka gava bê ya serokê Şepêla Sedr Muqteda Sedr dê çi be. Nasnekirina vê yekê ne tenê girêdayî dijberên wî yên Çarçoveya Hemahengiyê ye, lê belê girêdayî alîkar û alîgirên wî ye jî. Ji xurttirîn nîşaneyên tarîtiya vê gavavêtinê, hedefgirtina parlamantoyê ji aliyê Sedr ve ku nehişt alîgirên xwe êrişî avahiya serokwezîrtiyê ya nêzî wê jî bikin.

Parlamanterê serbixwe Basim Xeşan duh têkildarî vê xalê bi taybet got: “Eger Sedr dixwaze li dijî pergala siyasî darbeyê bike, meclisa wezîran ne dûrî parlamantoyê ye.

Lê eger tenê dixwaze hêzên Çarçoveya Hemahengiyê asteng bike, dikarîbû bi rêya parlamanterên xwe yên serbixwe vê yekê bike, ku wî bi xwe hişt Çarçoveya Hemahengiyê bibe bloka herî mezin a parlamantoyê.”

Gele dibêjin ku Sedr dixwaze serwekzîr Mistefa Kazimî ku dema wîlayeta wî bi dawî bûye , li peywira xwe bimîne, lê rê nade hêzên Çarçoveya Hemahengiyê ku kesayeteke nû bînin ser wê peywirê.”

LI SÛDANÊ CAREKE DIN BANGA HIKUMÊ SIVÎL TÊ KIRIN 

Têkildarî rewşa Sûdanê jî rojnameya El-Itîhad a Îmaratê nivîsî: “Duh carek din li paytexta Sûdan Xortumê û bajarên din banga hikumê sivîl hate kirin.

Çavkaniyên xwecehî daxuyandin ku bi hezaran kes li Xortumê, bajarên Um Derman, Behrî, Medenî û Kesla daketin qadan.

Ev xwepêşandan li ser banga hêzên “Azadî û Guhartinê" û "Koordînasyona Komîteyên Berxwedanê" de pêk tên û banga hikumê sivîl dikin.

Xwepêşandêran gelek rêyên şaxî û sereke yên Xortumê girtin.

Hêzên ewlehiyê jî da ku xwepêşandêr negihêjin pira "Melêk Nimir" a di navbera paytextê û Behrî û kolana diçe koşka serokatiyê de, derdora fermandariya giştî ya artêşê girt.

Xwepêşandêrên ku banga hikumê sivîl kirin, pankertên bi nivîsên “dewletek sivîl, gel bihêztir e, azadî, aştî, edalet, Belê ji bo hikumê sivîl yê demokratîk” rakirin.

(eh)