Bi hezaran şêniyên Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hedefgirtina jinan çalakiyeke girseyî li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Bi hezaran şêniyên Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Bi hezaran şêniyên Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Bi hezaran şêniyên Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Bi hezaran şêniyên Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Bi hezaran şêniyên Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Bi hezaran şêniyên Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Bi hezaran şêniyên Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Bi hezaran şêniyên Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
31 tîrmeh, 2022   19:37
ŞEHBA

Li ser banga Kongra Star bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina jinan bi dirûşma “Terora dewleta Tirk li ser jinan rawestînin” meşiyan.

Xwepêşandan ji qada sereke ya navçeyê dest pê kir û li Goristana Şehîdan a navçeyê rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama rêveber a Kongra Star a herêma Efrînê Ferîde Îbo axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk di kesayeta jinên pêşeng de, destkeftiyên Şoreşa Rojava dike hedef û got: “Em zulmê qebûl nakin û dê li hember dagirkeriyê serî hildin da ku jiyaneke azad pêk bînin.”

Her wiha Ferîde Îbo teqez kir ku gel dê tola şehîdan hilîne û dê têkoşîna wan berdewam bike heta ku armancên wan pêk werin.

Piştre endama Meclisa Jina Azad Silava Hisên axivî û sersaxî da malbatên her sê fermandên jin Barîn Botan, Roj Xabûr û Jiyan Tolhildan û şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hemû şehîdên azadiyê û demokratiyê bi bîr anîn.

Silava Hisên wiha berdewam kir: “Tevî îdiayên dewleta Tirk ku êrişî herêmê bike, lê nekarî destekê bi dest bixe ji bo ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne. Ji ber wê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek êrişî herêmê dike.”

Silava Hisên di dawiyê de got: “Dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî pêk tîne, bi taybet li dijî fermandar û pêşengên jin. Ji ber hesabê ji şoreşa jinan re dike û wê xeteriyeke rastîn li ser desthilata xwe dibîne. Lewra jinan dike hedef ku doza xwe diparêzin.”

Di dawiya çalakiyê de beşdaran berxwedana şehîdan silav kir.

 

(şx)

 

 

ANHA