Sedr têkildarî xwepêşandanan daxuyanî da

Rêberê Tevgera Sedr li ser xwepêşandanên li Bexdayê daxuyanî da û got: “Şoreşa ku Herêma Kesk azad kiriye qonaxa yekem e û derfetek zêrîn e. Ger ev derfet ji dest here gilî li min nekin.”

Sedr têkildarî xwepêşandanan daxuyanî da
31 tîrmeh, 2022   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîgirên Tevgera Sedr ev du roj in li Bexdayê di nava xwepêşandanan de ne û di avahiya parlementoya Iraqê de bicih bûne.

Der barê xwepêşandanan de rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedir li ser Twitterê peyamek belav kir.

Sedr di peyama xwe de got, “Ev şoreşa gel ku niha Herêma Kesk azad kiriye, wek qonaxa yekem e û derfetek zêrîn e, hêvîdarim ji destdana derfeta zêrîn a yekem ya sala 2016’an dubare nebe.”

Her wiha Sedir di dewama peyama xwe de diyar kir: “Ev derfeteke ji bo bidawîanîna zilmê, gendelî û takrewiyê ye. Derfeteke ji bo guhertina sîstema siyasî, destûrî û hilbijartinê ye.”

Sedr di dirêjiya peyama xwe de daxwaz ji hemû aliyan, hêzên ewlehiyê û welatiyan kir piştgiriya vê ‘şoreşê’ bikin. Sedr got: “Ger ev derfet ji dest çû gilî li min nekin.”

Di sala 2016’an de alîgirên Tevgera Sedr mîna niha derbasî nava avahiya parlementoyê bibûn, lê piştî demekê ji avahiyê derketibûn.