​​​​​​​Li Xaneqînê ji ber teqînekê 3 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Gulale yê ser bi navçeya Xaneqînê ve di encama teqîna bombeyekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

​​​​​​​Li Xaneqînê ji ber teqînekê 3 kesan jiyana xwe ji dest da
31 tîrmeh, 2022   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî saetên nîvro li sînorê bajarokê Gulale yê ser bi navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyale ve ji ber teqîna bombeyek sê kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Rêveberê Asayîşa Kokis Şemal Ebdulrehman derbarê bûyerê de agahî da Rojnews û got: “Li nêzî benda hevbeş a sinorê Şêx Bawe di navbera gundê Eluş û Ereb Ferec de bombeyek teqiya. Di encama teqînê de du zarok û ciwanek jiyana xwe ji dest da, zarokek din jî birîndar bû. Lê heta niha eşkere nebûye bombe ji ber veguhestinê yan jî ji ber pê lîstinê teqiyeye.”