​​​​​​​Jinên herêma Cizîrê: Ji bo serkeftinê em ê şev û roj di tevgerê de bin

Bi sedan jinên herêma Cizîrê li dijî êrişan û qetilkirina pêşengên şoreşê li bajarê Qamişlo meşiyan. Jinan di meşê de peyamên vekirî dan hêzên navneteweyî yên pêşiya êrişên dagirkeran nagirin ku wê heya serkeftinê têkoşîna xwe bidomînin.

​​​​​​​Jinên herêma Cizîrê: Ji bo serkeftinê em ê şev û roj di tevgerê de bin
​​​​​​​Jinên herêma Cizîrê: Ji bo serkeftinê em ê şev û roj di tevgerê de bin
​​​​​​​Jinên herêma Cizîrê: Ji bo serkeftinê em ê şev û roj di tevgerê de bin
​​​​​​​Jinên herêma Cizîrê: Ji bo serkeftinê em ê şev û roj di tevgerê de bin
​​​​​​​Jinên herêma Cizîrê: Ji bo serkeftinê em ê şev û roj di tevgerê de bin
​​​​​​​Jinên herêma Cizîrê: Ji bo serkeftinê em ê şev û roj di tevgerê de bin
​​​​​​​Jinên herêma Cizîrê: Ji bo serkeftinê em ê şev û roj di tevgerê de bin
​​​​​​​Jinên herêma Cizîrê: Ji bo serkeftinê em ê şev û roj di tevgerê de bin
31 tîrmeh, 2022   18:25
QAMIŞLO

Bi pêşengtiya Kongra Star a herêma Cizîrê, bi sedan jinên herêma Cizîrê bi hemû rengên civakê li dijî dagirkerî, êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker meşek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Dayikên ku çarikên kesk, sor û zer serê xwe pêçandbûn bi berzkirina dirûşmeyên `Bijî Serok Apo`, `Şehîd Namirin`, `Bimre Xiyanet`, `Jin Jiyan Azadî` dest bi meşê kir. Dayikan bi tilîliyan wêneyên şehîdên şoreşa 19'ê Tîrmehe, rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn hildan. Ewlehiya meşê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ya bajarê Qamişlo, trafîk, HPC-JIN, ve hat girtin. Ji bo rewşên awarte yên tenduristî jî Heyva Sor a Kurd û destwerdana lezgîn amade bûn.

Bi sedan jin li gel benzînxaneya Şerqî ya li taxa Enteriyê kom bûn û ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ve meşiyan. Meşvanan bi rakirina pankartên bi nivîsên `Terora dewleta Tirk li ser jinan rawestînin`, `Bi yek dengî li dijî terora dewleta Tirk jin rabin`, `Em êrişên hovanê yên li ser sivîlên Iraqê li Zaxoyê şermezar dikin` helwestên xwe nîşanî êrişên dagirkeran dan.

Meş li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan veguherî mîtîngê ku bi deqeyek rêzgirtin re dest pê kir.

`PIŞTÎ CIVÎNA SÊALÎ HEYA NIHA BÊNAVBER ÊRIŞ DIKIN` 

Endama Rêvberiya Kongra Star a kantona Qamişlo Şaha Xelîl, axaftina destpêkê kir û anî ziman ku bi êrişan nikarin vîna jinan bişkînin. Şaha Xelîl da zanîn ku piştî civîna li Tahranê êriş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne û got: “Têkoşîna dayikan, ya gelên azad û vîna YPJ`ê wê şoreşa Rojava bighîne asta serkeftinê. 22'ê Tîrmehe dijminê mirovahiyê dewleta Tirk a dagirker êrişî pêşengên me kir ku gihiştin asta şahadete. Ne tenê hevala Jiyan Tolhildan, li Eyn Îsa hevalên me yên hêzên ewlekariyê kirin hedef. Bi dehan jinên pêşeng hatin şehîdxistin û heya niha jî êrişên xwe li ser gelên me berdewam dike. Herkes li benda encamê civîna sêalî ya li Tahranê bû. Heya ku şewqa kesk eşkere nedabin êrişên dagirkeriyê lê veşartî da. Ji wê demê heya niha êrişên wan bênavber berdewam dike.”

BI HEZARAN JINÊN ŞOREŞÊ JI BO SERKEFTINÊ TEVGERÊ DE NE

Şaha Xelîl, destnîşan kir ku wê bi tu awayî rê nedin dagirkeran ku şoreşa jinê têk bibin û wiha domand zêde kir: “Îrade, têkoşîna gel û YPJ`ê yên ku xeteriya DAIŞ li ser cîhanê têk birin berdelên giranbûha dan. Ji hemû aliyan ve dagirker ketine tevgerê. Dixwazin bi rêya sixûran encam ji êrişan bigrin. Em rê nadin. Ev êriş di hemû aliyan ve li ser şoreşa jinê ye. Ev dewletên ku êrişên dagirkeran nadin rawestandin em ê tu carî pişta xwe nedin wan. Em ê pişta xwe nedin Amerîka û Rûsya. Hêza me îradeya me ev dayik in. Bi hest û berxwedana van dayikan, berxwedana şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Botan û hemû şehîdên şoreşê em ê biserkevin. Tu kes nikare bi şehadeta pêşengên me îradeya me bişkîne. 3 heval gihîştin asta şahadetê, bi hezaran jinên Rojava heya em bigihijên serkeftinê wê şev û roja xwe bikin yek.”

`JI BO PARASTINA DESTHILADARIYA XWE JINAN DIKIN HEDEF`

Endama Komîteya Dîplomasî ya Kongra Star a kantona Qamişlo Rûken Ehmed jî li dijî êrişên dagirkeran helwestên tund nîşan da û got: “Em her roj dibin şahidê êriş û tundiya li ser jinan. Ev rejîm dixwazin hebûna xwe bi qirkirina jinan biparêzin. ji ber ku ew ji hêza rêxistinkirî ya jinan ditirsin û wan wek metirsiyek rastîn li ser textê desthilatdariya xwe dibînin. Ji ber vê yekê ji bo parastina serdestiya xwe bi hemû rêbazên dijmirovî û hovane êriş dike û bi pêkanînên xwe dixwaze peyamekê bide hemû jinên ku ji bo bidestxistina azadiyê doza xwe diparêzin, hewldan û daxwazên wan ên ji bo azadiyê bisînor bike.Em dibêjin wê bi vîna jinan bisernekevin.”

Mîtîng bi dirûşmeyên `Bijî berxwedana YPJ`ê`, `Bijî berxwedaniya asayîşê` bi dawî bû.

ANHA