Rêveberiya Sivîl a Minbicê têkildarî gora komî daxuyanî da

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê têkildarî gora komî ya ku nêzî avahiya rêveberiyê hatibû dîtin, daxuyanî da.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê têkildarî gora komî daxuyanî da
31 tîrmeh, 2022   16:42
MINBIC

Têkildarî gora komî ya ku sibeha roja Çarşemê li kêleka avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê  ku berê bi "Otela Minbicê" dihat naskirin, hate dîtin û 29 cenaze jê hatin derxistin, Rêvebeirya Sivîl a Demokratîk a Minbicê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber avahiya rêveberiyê, bi amadebûna endamên saziyên sivîl, leşkerî, komîteyên tenduristî û şaredariyan ji aliyê Hevserokê Komîteya Hundirîn Ebdulkerîm Bekar ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber terora tundraw a tarî gelek azar kişandin û hîna dikişîn. Ji ber vê terorê zarokên me bûn qurbanî. Bi nêzîkbûna salvegera 6'an a rizgarkirina bajar û gundewarê Minbicê ji vê terorê re, sûc û hovîtiya wê ya li hemberî me eşkere dibin.

Dema ku karkerên Komîteya Şaredariyan a Minbicê ji bo paqijkirina xetên kanalîzasyonê yên li bajar, kolandin dikirin, goreke  komî hate dîtin.

Sibeha roja Çarşemê 27'ê Tîrmehê, li nêzî otêla Minbicê ya naverast bajar ku rêxistina DAIŞ'ê wekî girtîgeh bi kar dianîn, 3 heykelên hestî dîtin ku di navbera 2014 û 2016'an de ji aliyê çekdarên DAIŞ'ê ve hatibûn definkirin.

Vekirina gora komî di roja duyemîn de dewam kir. Bi giştî  29 cenaze hatin dîtin ku temenê wan di navbera 18 û 60 salî de bûn. Ji wan cenazeyan ji bilî hestî, cil û tiştên kesayetî tiştek din nemabû. Hemû bi guleyên di serî de hatinbûn qetilkirin û dest û çavên wan hatibûn girtin.

Li ser vê yekê careke din em bang li civata navneteweyî dikin ku siyasetên xwe yên şaş rast bikin û li gorî qanûnên navneteweyî pabendî têkoşîna li hemberî hemû cûreyên tundiyê bibin, hesab ji dewletên ku di salên borî de û niha hemû cûreyên destekê didin komên terorîst bixwazin. Tevahî pêkhateyên gelê me yê  herî zêde ye ku bi xwîna zarokên xwe berdêlên sûcên terorê didin.

Her kes dizane ku ne ji desteka derve bûya, teror li welatê me belav nedibû, bi hezaran çete bi çekên nû anîn herêmên me. Tirkiyê sînorê xwe li ber bi dehhezaran terorîstên ku ji devên cuda yên cîhanê hatine, vekir û desteka lojîstîk da wan. Bi çavdêriya îstîxbarata Tirk û rojava baregehên perwerdeyê ji wan re hatin avakirin. Hemû kesên ku hewl didin vê rastiyê berovajî bikin, berpirsên belavbûna terorê û dayîna qurbaniyan in."

ANHA